Xwezaya çûkan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 14 Îlon 2021 - 01:41

Bird Photographer of the Year ji bo îsal jî wêneyên herî baş yên çûkan hilbijêre, ji dinyayê bi qasî 22 hezar wêne girtin. Piştî nirxandinan, encama pêşbirkê hate diyarkirin û wêneyên herî baş hatin neqandin.

Malpera bi navê “Bird Photographer of the Year” (Wênegirê çûkan yê salê) cara 6’an e ku pêşbirka wêneyên çûkan li dar dixe. Malper her sal pêşbirka wêneyên çûkan li dar dixe û ji dinyayê gelek wênegir bi wêneyên xwe yên çûkan tevlî pêşbirkê dibin. Bird Photographer of the Year ji bo îsal jî wêneyên herî baş ên çûkan hildibijêre ji dinyayê bi qasî 22 hezar wêne girtin. Piştî nirxandinan encama pêşbirkê hate diyarkirin û wêneyên herî baş hatin hilbijartin. 

Sînor xwezaya wan dixe talûkê

Di pêşbirka îsal de xelata wêneyê herî baş wênegirê Meksîkayî, Alejandro Prieto wergirt. Prieto li ser sînorên Meksîka û Emerîkayê wêneyekî balkêş girtiye. Sînorê her du welatan dirêj dibe diçe û dawî lê nayê xuyanê. Dîwarê ku bi têlên rêsayî hatiye çêkirin, ji bo çûkan astengiyeke mezin e. Çûkeke piçûk li hember sînor sekiniye û diyar e serê wê tevlîhev bûye ango nizane ew bi ku ve bifire! Li ber dîwarên mezin çûk pirr piçûk dimîne.
Prieto dibêje, ev dîwar ango sînorê bi têlên rêsayî yên direhî, ji bo jiyana çûkan û her wiha xwezaya wan tehlûke ye. Prieto dibêje, “Ev dîwar yan jî sînor ji çolan heta çiyayan dirêj dibe û diçe. Helbet evder tenê ne çol e, her wiha bi qasî 1500 cureyên çûkan li vir hene. Xwezayeke dewlemend heye li vir. Min bi çavên xwe dît ka ev sînor ji gelek çûk û ajalan re çi astengî ye. Ev sînor nahêlê ajalên koçber bi rehetî herin ciyekî û ev yek jî li ser xwezaya ajalan bandoreke ne baş çêdike. Matmayîbûna çûka piçûk vê yekê baş nîşan dide.”

Li ber tavê kêfxweşiya serşûştinê

Li hêleke din jî çûka ku li ser pelê dara mûzê serê xwe dişo jî balkêş xuya dike. Di wêne de çûk xwe li ser piştê qulibandiye û di nav avê de xwe gevizandiye, dilîze. Mirov dikare bibêje, ew pişta xwe difirikîne. Çawa ku mirov serê xwe dişon û kêf dikin ew jî heman tiştî dike. Wênegirê bi navê Mousam Ray, vî wêneyî li Hindîstanê digire. Mousam Ray dibêje, berêvaran mirov dikare van çûkan li nav darên mûzan bibîne. Navê vî çûkî jî “Çûka Rojê” ye. Ew ji avê û tavê pirr hez dike. Mousam Ray dibêje, “Bi carekê min dît çûk hat xwe li ser pelê dara mûzê danî. Pêşî çend nikul li darê xistin û paşê jî av vexwar. Piştî ku wê tîna xwe şikand, wê xwe li ser piştê dirêj kir û di nav avê de serê xwe şûşt. Herî dawî jî li ber tavê perikên xwe germ kirin û xwe ziwa kir. Ev tevgerên wê balkêş bûn û min wêneyên van kêliyên wê girtin. Kêliya ku min ev wêne girtin ji bo min jî bêhempa bû. Hestek xweş bû.”

Qirêj dike ku koçber bibin

Wêneyê çûkên ku li ser guhur û tingên çopê sekinîne jî wek wêneyên din têra xwe balê dikişînin. Her wiha çêleka ku li jêra wan di nav çopê de mexel hatiye û dikeye jî bi qasî çûkan bala mirov dibe ser xwe. Ev wêne jî li Hindîstan hatiye girtin. Wênegira Emerîkî Carla Rhodes bi vî wêneyî xwe xelatê werdigire. Ji van çûkan re jî “Adjutantên Mezin”. Ev cûreyekçî leglegan e ku hinekî ji cûreyê leglegên em nas dikin mezintir in. Ji wan re bi Farisî bi maneya hestîxur, îstexwanxur tê gotinê. Carla Rhodes wêneyê van hestîxurên mezin gritiye û  dibêje, ev çop û gemar jiyana van leglegan dixe tehlûkeyê û dike ku ew zû bimirin. Carla Rhodes dibêje, “Min ev wêne li bajarê Guwahatî yê Hindîstanê girt. Ev der wek depoya çopê ye û bi vê armancê tê bikaranîn. Li ser avzêm û cihê avî yê ku gelek cûre ajal û çûk lê dijîn, hatiye çêkirin. Ev çop bi qirêj û jehra ku dinizile nav axê, ava paqij jî diherimîne û dike ku çûk koçber bibin.” n NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.