Xweza û sêhra naskirinê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 2 Îlon 2021 - 05:31

  • Karaline Hjorth ji bo hunerê xwe dibêje: Sêhra herî mezin a vî karî naskirina kesên nû ye. Heger em karibin parçeyekî piçûk ê vê sêhrê bidin nîşandan, ev ji bo me bes e û tiştekî bêhempa ye.

Karoline Hjorth û Riitta Ikonen du wênegirên jin in. Karoline ji Fînlandiya ye û Riitta jî ji Norwecê ye. Her du wênegir ji bo têkiliya di navbera xweza û mirovan de nîşan bidin, ji folklora Skandînavyayê îlhama xwe digirin û di nav xwezayê de wêneyên mirovên navsere, kal û pîr digirin. Mirov dikare van wêneyên wan bişîbîne peykeran jî, lewma fîgûrên xwe wisa xweşik bi cih dikin di nav xwezayê de, mirov nikare çavên xwe ji wan bide alî.

Folklor kaniya wan e

Destpêkê wan weke lîstikekê dest bi vî karî kiriye lê hêdî hêdî ev lîstik veguheriye koleksiyoneke wêneyan. Her du wênegiran navê koleksiyona xwe jî kiriye “Eyes as Big Plates” (Çavên wek sêniyekê mezin) û esasê vî navî jî dîsa di nava folklora Skandinavyayê de danî ye. Ew bi vê koleksiyona xwe ya wêneyan dixwazin bala mirovên ciwan, yên ji civaka modern dîsa bikişînin ser xwezayê û xwezayê bînin bîra wan.

Li gelek welatan vî karî dikin

Hjorth û Ikonen di vê koleksiyona xwe de cih didin karker, cotkar, masîvan, hunermend, akademisyen û gelek kesên xwedî pîşeyên cûr bi cur in. Wan heta niha li Norwêc, Fînlandiya, Fransa, Emerîka, Swêd, Koreya Başûr, Japonya, Senegal, Tazmanya û Gronlandê ev kar bi mirovên kal û pîr re kiriye û di nav xwezayê de gelek wêne girtine. 

Kal û pîr li derveyî civakê dimînin

Biryara ku ew ê bi mirovên kal û pîr re kar bikin jî bi zanebûn didin. Ikonen û Hjorth her du jî dibêjin, mirovên kal û pîr tim li derveyî civakê dimînin û civak mirovên kal û pîr zêde nabîne, nexasim jî civakên rojavayî vê dikin. Ev projeya wan hinekî jî li hemberî vê helwêstê ye û dixwazin mirovên kal û pîr kêliyên bextewar di nava xwezayê de bibihurînin.

Bi hev re biryarê didin

Dîmenên ku derdikevin holê jî wek fikra her du wênegiran balkêş e. Di nav xwezayê de, ev carinan dibe ku daristanek be û carinan jî dibe ku perava behrekê be. Heta ji wan tê, ew wext û cih diyar nakin, tenê xwezayê derdixin pêş. Di nav xwezayê de em fîgûrên bi tenê dibînin, ev fîgûr ji bo bişibin xwezaya li haîwrdora xwe, ji dêvla cil û bergan bêhtir malzemeyên li nava wê xwezayê kom dikin û wek cil û bergan bi kar tînin. Wênegir û fîgûr, biryara vê yekê bi hev re didin û malzemeyên xwe wisa hildibijêrin. 

Li hawîrdorê çi hebe

Ew ji bo van wêneyên xwe yên xwezayî malzemeyên wek berfê, pûş û qirş, pelên daran, kevz, herî û masiyan bi kar tînin. Ji xeynî van melzemeyan hema li xwezayê çi wera bîra we, li ber destên wan dibe malzeme ji bo ku wêneyan bigirin. Piştî ew van malzemeyan dibînin û diyar dikin wê kîjanê bi kar bînin, hingê fîgûrên xwe amade dikin: fîgûrên xwe bi van malzemeyan dixemilînin û van fîgûrên xwe di nav xwezayê de bi cih dikin û paşê jî wêneyên wan digirin.

Bi vî awayî ew ji klîşeyên modern dûr dikevin û dixwazin bi mirovan re fikrên nû çêkin. Her wiha ew dixwazin mirov derbarê xwezayê de bifikirin û bihizirin li ser wê yekê ka ew kî ne û ji ku hatine. Ew dixwazin vê nihêrînê bi mirovan re çêkin.

Em ê vî karî bidomînin

Ikonen dibêje, piştî ku mirov van wêneyên me dibînin, hin ji wan dixwazin bi me re têkiliyê deynin û ew kes ji wan re dibêjin, “Ev wêne ji hêla zihnî ve hîseke baş bi me re çêdikin. Dikin ku em têkiliyekê bi xwezayê re çêkin.” Ikonen dibêje, “Em dixwazin vî karî bidomînin, me berê jî soz dabû ku em ê vê projeyê nesekinînin. Me navberek daye, lê em ê dîsa dest pê bikin.”

Sêhra naskirina kesên nû

Hjorth jî dibêje, “Ew kêliya ku em di nav xwezayê de tên gel hev û van wêneyan digirin, bi ti zimanî nayê ravekirin.” Hjorth dibêje, tişta herî zêde kela canê wê radike jî naskirina mirovên nû ye: “Sêhra herî mezin a vî karî naskirina kesên nû ye. Heger em karibin parçeyekî piçûk ê vê sêhrê bidin nîşandan, ev ji bo me bes e û tiştekî bêhempa ye.”

Ev projeya “Eyes as Big Plates” (Çavên weke sênîkên mezin) ji xeynî pêşangehan, sala 2017’an wek pirtûk jî hatin çapkirin û pirtûkê gelek xelat jî wergirtin. Karoline Hjorth û Riitta Ikonen difikirin ku bi bergên nû dîsa koleksiyona xwe îsal (2021) wek pirtûk çap bikin. Ji ber ku wan sala 2011’an de dest bi vî karî kiriye, dixwazin di salvegera 10’an a projeyê de bi pirtûkeke nû ku ji wêneyên hilbijartî pêk tê, derkevin pêşberî wênehêzan.

HELSÎNKÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.