‘Xweza dilê berhemên min e’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 22 Mijdar 2022 - 04:51

Xêzên li ser deftere yan jî tabloyeke bi du hêlan ango beran tê teswîrkirin. Lê David Morrison bi van xebatên xwe yên xweşik forma hunerê xêzê wêdetir dibe û berhemên rasteqînî diafirîne. Yanî bi vî awayî, hêleke din jî li xêzê zêde dike. Ew van resmên xwe bi qelemê xêz dike û di vî karî de hosteyekî baş e. Bala wî li ser fêkî û nebatan e û axlebe, resmên wan xêz dike. Dema meriv li xêzên wî dinihêre, weke ku ne xêz bin û weke ku wî fêkîyên rastî li ser defterê, li ser tabloyê bi cih kiribin. Yanî xebatên wî hîperrealîst in.

Morrison li Indiana, li “Herron School of Art and Design” 34 salan dixebite û ew weke profesor ango pispor tê zanîn. Piştî xebatên salên dirêj, ew teqewît bûye, lê ew pratîkeke baş nîşan dide û dilê wî nîne dev jî vî karî berde. Morrison dibêje, hawirdora wî çavkaniya hunerê wî ye û wiha pê de diçe: “Xweza dilê berhemên min ên hunerî ye. Gava ku ez li baxçeyê xwe digerim yan jî dixebitim motîvasyona min a ji bo kar zêdetir dibe. Armanca min ew e ku ez hûrgiliyên nav xwezayê baştir nîşan bidim. Vegotina bi riya dîtbariyê, her tim têgihiştina min xurt dike û zorê dide min ku ez biafirînim”

Morrison ê ku li ser tabloyên xwe sî û ronahiyê pirr baş bi kar tîne ji girtina qelemê hez dike û ew ji boyaxê bêhtir samîmî dibîne. Ji lewma ji bo van karên xwe qelemên rengo rengo bi kar tîne.

INDIANA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.