Xweparastin nebe şoreş nabe

În 5 Tîrmeh 2024 - 03:10

  • Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok diyar kir ku heta xweparastin nebe, rêxistiniya di asta herî baş de nebe şoreş pêk nayê û destnîşan kir ku xweparastin ji kesekî din re nayê hiştin.

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok têkildarî 'Deklarasyona Xweparastinê' ya Koordanîsyonên KJK û PAJK'ê mijara girîngiya xweparastinê ji ANF'ê re nirxand.

Dilzar Dîlok destpêkê li ser bandor şer li jinan nirxand û wiha got:’’Mirov mînakek rojane bide, wê baştir be. Dewleta Tirk a qirker bi saziyên xwe re bi sîstematîk û bi pêkanînên faşîst li dijî gelê Kurd qirkirinê pêk tîne. Ji çavkaniyên enerjiya xwezaya Kurdistanê enerjî tê hilberandin û vê enerjiyê nadin Kurdan. Şewata ku di raporê de hate diyarkirin ku ji ber stûnên elektrîkê derketiye, ji aliyê wî bi xwe ve hate derxistin. Ew bi xwe jî ji bo vemirandina agir nayê -ku beriya hefteyekê ji bo şewata daristana Çanakkaleyê gelek hêz-derfet xistibû dewrê- ew bi xwe kesên ji bo vemirandina şewatê tên, nagire qadê û rêyan jî digire. Ew bi xwe li mirinên mirov-lawir-zindiyan temaşe dike. Li ser de jî ew bi xwe dixwaze biçe şînê û birûne. Bê guman Kurd êdî gurgên ku bi gur re dixwin û bi şivan re digirîn û qilifê xwe guhertine, nas dikin. Gelê me walî û cendirme ji cihê şînê kirin der, heta ku kesê dawî ji derî derketî hêrsa xwe nîşan da. Şerê cîhanê yê 3’yemîn bi vê mantiqê dixebite, krîzê derdixe, bêaramiyê ava dike û xwe weke mîmarê aramiyê nîşan dide. Talana xwezayê, pirsgirêkên ekolojîk mezin dike. Dewlemend hîn zêdetir dewlemend dibin û ferq û cudahiyên çînî kûr dibin. Li cihê ku şer lê heye komkujî jî heye, li cihê ku şer lê heye xizantî heye, hilweşîna ekolojîk heye, komkujiya xwezayê heye, komkujiya kedê heye, li cihê ku şer lê heye tecawuz, fûhûş heye. Ev hemû jî ew dem in ku herî zêde jin lê tên qetilkirin. 

Şertê hebûnê xweparastin e

Êrîş bi sîstema desthilatdariya mêr destpê dikin, bi çewisandinê tê domandin. Şikil dayîna di nava malbatê de, navê kevneşopî-tore-çand-faktora derdor û hwd digire. Her wiha kafesa ku bi çav nayê dîtin, ji aliyê saziyên dewletê ve tê afirandin û ev yek ji bo jinan tê wateya mirinê. Li hemberî van hemûyan, şertê hebûnê; pêşxistina zanebûn, xweparastin û rêxistinbûnê ye. Di vê wateyê de deklarasyona Xweparastinê ya ku bi rengekî hevpar ji aliyê KJK-PAJK’ê ve hatî weşandin, ronahiya manîfestoyeke jinê ye ku jina azad çawa bijî. Xweparastin dewrî kesekî din nayê kirin, ji mêr re qet nayê kirin. Eger jin xweparastinê tenê ji mêr re bihêle, ev tê wateya teslîmbûna ji sîstemê re. Ji ber vê gotina “Gerîla lê bixe, Kurdistanê azad bike” nabe. Gerîla pêşengê vê karê ye, pêşengê karê avakirina Kurdistanê ye. Lê ne ew tenê çêker e. Divê ji vê şaşiyê rizgar bibin. Ne rast û ne bes e ku parastina gel bi tenê ji saziyên artêşê yên rêxistinkirî re bê hiştin. Ji bo jinan hêza YJA-STAR hêza bingehîn a parastinê ye. Kurdistan û Rojhilata Navîn garantiya azadiya jinê ye. Bi vê yekê re divê her jinek fêrî parastina xwe bibe, ji bo vê birêxistin bibe, rêxistinên sivîl ên xwecihî ava bike. Jinên ciwan ên li taxekê dijîn, helbet dema ku li dijî wan hewldana tacîz, destdirêjî an jî êrişên netewperestî çêbibin wê nemîne hêviya hatina YJA-STAR’ê. 

Erka mezin a çapemeniyê ye

Em tevgereke 50 salî ne, sazûmaniyên birêxistinkirî yên jinan ên 40 salî hene, lê hîna hin beşên ku em negihiştine hene. Divê çapemeniya jinên azad xweparastinê bikin rojevê. Em dizanin ku awayê fîzîka jinên xebatên çapemeniya azad dixebitin, bigirin heta gotinên wan, ji tarzê jiyana wan bigire heta karê ku dikin, di bin êriş û gefên pergala desthilatdariya mêr de ye. Dîsa em dizanin ku ev kar bi zehmetiyên mezin tên kirin. Ev rewş jî zêdetir pêwîst dike ku xweparastin di rojevê de bê girtin. Di vê mijarê de xebatên girîng têne kirin, mijar di rojevê de tê girtina dest, tê nîqaşkirin. Dîsa me li hin televîzyonan hin dosyayên vegotinê yên li ser anîmasyonên bi mijara xweparastinê temaşe kir. Li dijî kesên ku ji bo destavêtin û destdirêjiyê xwe nêzî jinan dike divê jin xwe çawa biparêze. Bersiva vê sade û baş bû. Ev rêbaz divê hîn zêde bêne xurtkirin û bi rêbazên afirîner bêne dewamkirin. Her jin divê hîn bibe ku ji aliyê fîzîkî ve xwe biparêze. Ji bo vê jî divê taktîkên xweparastinê hîn bibe. Divê hişmendî, taktîk û teknîkên xweparastinê, parastina rêxistinî, hişmendiya kolektîf, parastina bi rêxistinî, parastina yên din bêne hîn bûn. Ji bo vê jî hînbûna hişmendiya zayendî, hişmendiya jinbûyînê, wate û nirxên wê gelekî girîng e. Jinên ku îro bi aqlê mêr tevdigerin û di destê faşîzmê de ne zerarên ku bide mirovahiyê gelekî zêde ye. Ji ber vê jî yek ji şertên bingehîn ew e ku jin bibe ya xwe, bi aqil û dilê jinê tevbigere û bi hesta jinê ya hevpar jiyanê ava bike.

Nirxê herî mezin Rêberê me ye

Rêberê me ji bo me her tişt e. Nirxê me yê herî mezin e. Li hemberî êrişeke yekser an jî neyekser a li dijî Rêberê me û nirxên me yên Rêbertî divê em van nirxan biparêzin. Ev yek ji bo me hinceta hebûn û nebûnê ye. Parastina nirxên Rêbertî parastina xwebûyîn, nirxên jinbûyîn, pîvanên azadiyê ye. Nêzîkatî divê bi vî rengî be.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.