Xwedîyên rastîn ên Kurdistanê tenê şehîd in 

Seevan SAEED nivîsand —

Çarşem 7 Îlon 2022 - 04:03

Gava li vê hevokê, li van çend gotinan “xwediyên rastîn ên Kurdistanê şehîd in”  radimim, xeyal a min ber bi nirx û qîmetekî manewî ve diçe ku bi eql û lojîka normal mirov lê serwext nabe. Çawa şehîdek dikare bibe xwediyê rastîn ê Kurdistanê? Beriya her tiştî şehîd kî ye? 

Ez dikarim bibêjim ku şehîd ew kes e ku bi zelalî dilsozê axa Kurdistanê ye, bi ehd û peyman dilsozê Kurdistanê ye. Di zêhn û mêjiyê şehîd de ti carê ferq û cihêtî di navbera ti parçeyê Kurdistanê tine ye. Berî ku têkiliya şehadetê bi mirinê re hebe, jixwe şehadet mana ya wê ya jiyanî heye. Gava em dibêjin, şehîd namire, wateya wê ew e ku mirin ji şehadetê dûr e. Carinan em konsepta şedîdên zîndî ji tînin ziman. 

Şehidên Kurdistanê pirr taybet in. Ewên ku bi rastî û durustî digihîjin meqamê şehadetê, tenê ew in ku di jiyana xwe de dibin şahid û şehîdên rastîn ên Kurdistanê. Di jiyana xwe de, min çend şehîdên kêm ditine. Gava mirov saetekê ligel şehîdekî dipeyivê; bandora vê saetê ji dil, Mmeral û zêhnê mirov re bi salan dimîne. 

Ew jî sêhr û razên berdewamî yên vê rêgehê ne ku bandora şehîdî li ser gel ew qas mezin û zêde ye. Di dîroka me de çend şehîd hene ku bûne sedema geşkirina agirê vê rêgehê. Çend Egîd û Viyan, çend Bêrîtan û Xeyrî, kak Fûad û Aram, Diyar Xerîb û Rustem Cûdî, Rênas û Rêzan Cawîd hene ku li paş wan bi sedan û hezaran kes rêya wan didomînin. Miheqeq di dîroka xebata Kurdistanê de mînakên wisa zêde hene. 

Lê mixabin wan şehîdan tenê ew zeman tên naskirin û di nav me de dibin xwediyê rêz û hezkirineke welê ku şehadeta fizîkî ya wan jî çêdibe. Heta şehadeta fizîkî ya wan çênebe, em wan nas nakin û bi qîmetê mezinahî û giringiya wan nizanin. Rêya Rizgariya Kurdistanê pirr taybet e. Şehîdên vê rêyê jî pirr taybet in. Ji ber vê sedemê konsepta şehadetê li cem xebatkarên Kurdistanê li gorê deverên din ên dinyayê cuda ye. Her şehîdek xwediyê mane û felsefeyeke taybet bi xwe ye. 

Şehîdên me yên ji Rojhelat li Rojava tên dîtin. Yên ji Bakur li Başûr şehîd dibin. Ev çi sêhr û razek e ku axa Kurdistanê di dilê şehîd de ew qas pîroz e ku qîma xwe bi şehadetê tîne, şehadetê layiqî xwe dibînê? Heger axa Kurdistanê ewqas Pîroz û pirr qîmet be di dilê şehîdan de; êdî em dikarin serwext bibin li wê felsefeya bi wan gotinên li jor ên destpêkê  min nivîsîn: Xwediyên rastîn ên Kurdistanê tenê û tenê şehîd in.  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.