Xwedî helwest bin!

În 2 Tebax 2024 - 00:14

Rojnamevan Aram Hadî derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê ji Rojnewsê re axivî û da zanîn ku dewleta Tirk bi salane êrişî Başûrê Kurdistanê dike, ev jî metirsiyek mezin çêdike û wek sedem jî dibêje:“Ji ber ku ezmûna Herêma Kurdistanê piştî salên 1991’an bi pêşniyara Fransa, Brîtanya û Emerîka ava bû û di warê asmanî de jî rê li balafirên şer yên Iraqê hate girtin. Ev yek ji bo Kurdan destkeftiyek bû, ji ber ku Herêma Kurdistan bibû xwedî serwerî. Niha li Herêma Kurdistanê amadekariyên hilbijartinê tên kirin, hinek hêz dixwazin bi hinceta êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Herêma Kurdistanê, hilbijartin di dema xwe de pêk neyê. Eger pêk bê jî, dixwazin hilbijartin bi awayek baş birêve neçe.”

Aram Hadî diyarkir ku êrişên vê carê yên dewleta Tirk ji yên dema borî dijwartir in, rawestandina êrişan jî erkê Hikumeta Iraqê ye, ji ber ku ev yek binpêkirina serweriya Iraqê ye, divê Iraq bi herêmê re pirsgirêkê çareser bike. Aram got ku dewleta Tirk bi hinceta PKK’ê êrişî Herêma Kurdistanê dike, lê ev hincet ne raste û got:“Beşek ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyan dijî êrişan nerazîbûna xwe anîn ziman, hinek hizbên ku ji hatina Tirkiye ya nav xaka Kurdistanê berpirs in, ti nerazîbûnek nîşan nadin. Divê xelkê Herêma Kurdistanê dijî êrişan xwedî helwest bin”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.