Hefteya bihurî rojnameya bi navê The Calvert Journal gotareke Lucía de la Torre a bi sernavê “The Aliyev influence: how nepotism and self-censorship rule Azerbaijan’s art scene (Bandora Aliyev: çawa xizmparêzî û xwesansurkirin meydana huner a Azebeycanê hukm dike)”.
Ew behsa vê mijara li jêr dike. Hema piştî êrişa Azerbeycanê ya li dijî Qerebaxê, 2´yê Cotmeha 2020´an li Mekanê Hunerê Hevçax YARAT a li Bakuyê pêşangeh hebûn. Alayeke dêw ya Azerbeycanê bi avahiyê ve hatibû daliqandin û peyama “Qerebax Azerbeycan e” li ser hatibû nivîsîn.
Pêşangeh a hunermendê Kurd Ahmet Ogut bû. Navê pêşangehê jî “Ti helbest hez ji helbestkarê xwe nake” bû. Pêşangehê ji 20´ê Gulana par ve dewam dikir. Ahmet Ogut ji vê rewşê nerazî bû û gotibû: “Ez qebûl nakim berhemên min ji bo mijarên siyasî bê bikaranîn.”
Pêşangeh bi dawî kirin
Bersiva galeriyê, zelal bû. Wê daxwaza Ahmet Ogut red kir û pêşangeha wî 29´ê Cotmehê bi dawî kir, yanî sê hefteyan beriya dema xwe.
The Calvert Journal dibêje, ev tenê mînakeke, ka çawa Azerbeycan huner bi kar tîne û îdîa dike ku ev tiştekî pirr xirabtir di meydana huner a vî welatî de vedişêre: Xizmparêziyeke zêde xurt û kûr ya ku dengên muxalif birêkûpêk ditepisîne û di heman demê de wêneyekî Azerbeycanê yê xapînok xêz dike yê ku Azerbeycanê dide nasîn weke neteweyeke azad û hez ji huner dike.
Esas, hunermendên weke Ahmet Ogut ên ku qebûl nakin propagandaya siyasî ya Azerbeycanê wan bi kar bîne, tavilê wan hermonkî dike û îmtiyazên wan ên hunermendiyê jî betal dike.
The Calvert Journal ji bo ku darîçavtir bike meseleyê, mînakekê bi bîr dixe: “Azerbeycanê pêşangeha xwe ya di Bîennaleya Venedkîê de [sala 2011´an] sansur kir, bi wê yekê ku wê ser berhemekî hunermedekî xwe bi kincekî girt.”
Yanî gendelî, bertîlxurî û karên ne li rê yên Azerbeycana Aliyevî li meydana huner jî bi heman rengî dewam dikin.
ROMA