Xêzên Franz Kafka

Nûçeyên Çand/Huner

În 10 Hezîran 2022 - 22:00

  • Xêzên Franz Kafka di sala 2019’an hatin kifşkirin. Wî li pey xwe reşbelekeke xêzan hiştibû. Li ser vê defterê û çend kaxizên cuda bi tevahî 150 resmên Franz Kafka tenê bi qelem û pênûsê xêz kiribûn, derketin holê.

ARDÎN DÎREN

Nivîskar Franz Kafka bi wêjeya xwe ya resen ango şêwaza nivîsandina romanên xwe di sedsala 20’an de bû nivîskarekî herî bi tesîr. Karakter û mijarên ku wî dinivîsîn, ecêb bûn û heta hingê kesî weke wî şêwazeke bi vî rengî di wêjeyê de neceribandibû. Dinyaya ku wî tê de avjenî dikir dinyayeke xerîb bû û heta mir çû jî ji vê dinyaya xerîb derneket. Ji lewma, ew cîhana ku di wêjeyê de wî sêwirand û her wiha serpêhatiyên wî, kirin ku peyveke nû derkeve holê. Ji bo van xerîbiyên wî peyva “Kafkaesk” hat bikaranîn û jiyan û wêjeya wî jî li gorî vê peyvê hate nirxandin. Lê tiştê xerîbtir ew bû ku Franz Kafka heta bimire û xatir ji vê dinyaya gewrik bixwaze jî, tim nivîsand û tiştên nivîsandin çap nekirin. Kafka dema sala 1924’an ji ber nexweşiya êşa zirav wefat kir, nedihat naskirin û weke lehengên xwe yên ku wî sêwirandibûn, di nav ximamiyê de ma heta demeke dirêj.

Franz Kafka beriya bimire, her tişta ku nivîsandibû û xêz kiribû (xêzên wî jixwe hîna nû kifş bûn) teslîmî hevalê xwe yê Max Brod kiribû. Her wiha wî şîretek jî li hevalê xwe kiribû û gotibû, piştî mirina min divê ti kes van berhemên min nexwîne û giş werin şewitandin! Lê hevalê wî Max Brod bi ya wî nekir û piştî mirina wî hemû berhemên wî çap kirin. Pirtûkên wî yên bi navê Şato, Dawe û Veguherîn bi vi awayî derketin holê. Ber bi salên 1940’î ve, êdî navê Franz Kafka û tesîra wêjeya wî li dinyayê hemûyî belav bûbû. Piştî xelk li ser kitêbên wî hûr bûn û xwendin, dîtin ku wî bi salan serê xwe bi wêjeyê re êşandiye, li ser wêjeyê hûr û kûr fikiriye, û berhemên bêhempa afirandine. Lê heta ku Max Brod sala 1968’an mir jî haya kesî ji van xêzên Franz Kafka yên li ser defteran tine bû. Lê Franz Kafka dema hemû tiştên xwe teslîmî wî dike jê re behsa van xêzan jî dike.

Xêzên wî li Îsraîlê tên parastin

Piştî mirina Max Brod, Ilse Esther Hoffe weke warisa berhemên wî tê naskirin. Max Brod jê re dibêje, "Divê tu van berhemên wî bidî zanîngehekê yan jî pirtûkxaneyeke li Îsraîlê." Lê Hoffe bi ya wî nekir û demeke dirêj berhemên Kafka ango xêzên wî di banqeyên Îsraîl û Swîsreyê de veşartî hiştin. Di navbera neviyên Hoffe û dewleta Îsraîlê de demek dirêj nîqaşa van berheman çêbû, lê dadgehên bilind sala 2016’an biryar da û ev berhemên Franz Kafka gihîştin Pirtûkxaneya Neteweyî ya Îsraîl. Pirtûkxaneyê bi riya malpereke înternetê ev berhemên wî li raya giştî vekirin û xelkê bi vî awayî karî xêzên Franz Kafka bibîne.

150 xêzên Franz Kafka

Xêzên Franz Kafka di sala 2019’an hatin kifşkirin. Wî li pey xwe reşbelekeke xêzan hiştibû. Li ser vê defterê û çend kaxizên cuda bi tevahî 150 resmên Franz Kafka tenê bi qelem û pênûsê xêz kiribûn, derketin holê. Wî bala xwe qet nedaye reng û menzereyan, tenê fîgûrên ecêb yên serê wan piçûk û gewdeyên wan mezin xêz kirine û ev xêzên wî zêdetir dişibin tiştên ku wî nivîsandine. Lê dîsa jî dema mirov baş bala xwe dide xêzên Franz Kafka, mirov dibîne ku ji bilî wê dinyaya wî ya kafkaesk dinyayeke wî ya din jî heye û wî ev dinyaya xwe bi xêzan nîşan daye.  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.