- Ji sedsala 19’an heya çarîka pêşî ya sedsala 20’an jî roman an jî çîrok bi riya rojname û kovaran weke rêzenivîs dihatin çapkirin. Nexasim di wan pirtûkên sedsala 19’an de xêz û îlûstrasyon jî girîng bûn û gelek nivîskar bi îllûstratoran re dixebitîn da ku li gorî naverokê ji bo wan resman xêz bikin.
Gelek ji me nivîskar Charles Dickens ji piçûkatiya xwe ve nas dikin. Qet nebe ev nav ji bo me ne xerîb e. Heger me pirtûkên wî nexwendibin jî dema em navê wan romanên “Oliver Twist” û “A Tale of Two Cities” bînin bîra xelkê, dê wî çêtir nas bikin. Ji bo nifşê niha di pirtûkxaneyan de kîjan pirtûk hene nizanim lê ji bo yên navsere di pirtûkxaneyan de pirtûkên Charles Dickens hebûn û ev pirtûkên ku min li jorê navê wan hilda, ji wan pirtûkên herî zêde dihatin xwendin bûn. Li gel xwendinê di nav pirtûkan de xêz jî hebûn û wan xêzan gelekî bala mirovan dikişandin ser xwe. Nexasim jî xêzên bê reng ên ku bi qelem û destan hatibûn xêzkirin. Di wan pirtûkên heyama Charles Dickens, bêhtir ev xêz hebûn û mola xelkê bi saya van xêzan bêhtir li pirtûkan dihat. Yanî îlustrasyonên li ser pirtûkan, dikirin ku pirtûk baştir bala xelkê bikşînin û ew werin xwendin. Her wiha bi xêra van xêzan, xwendekaran dikaribû çîrokan di serê xwe de jî bisêwirînin û mekanekî şênber ava bikin ji bo nivîsên ku dixwendin.
Malpereke bi navê “Charles Dickens Illustration”* niha xêzên ku di pirtûkên Charles Dickens de hatine cih kirin, hemû kom kirine û bi qelîteyeke baş ew weşandine. Xêzên di malperê de ew xêzên resen in ku tev bi destan ji bo pirtûkan hatine xêzkirin. Dr. Michael John Goodman ev kar biriye serî û ji bo vî karî dibêje, “Di wexta pandemiyê de ev fikir li min hasil bû. Min dît ku gelek kopya ango repruduksyonên xerab ên van xêzan li derûdorê digerin. Ji ber vê yekê, min xwest xwe bigihînim xêzên orîjînal û min dest bi lêkolînan kir da ku xwe bigihînim çavkaniyên bi rastî.” John Goodman piştî hin lêkolînan digihîje mirazê xwe û gelek xêzên resen bi dest dixe. Wî ev xêz bi riya photoshopê paqij kirine û bî vî awayî li malperê zêde kirine. Her wiha wî ji bo xêzên di pirtûkên Shakespeare de cih girtine jî jî arşîveke bi vî rengî hazir kiriye û di malpera “Shakespeare Illustration”** de ev arşîv belav kiriye.