Xeyalvanê dawî

Nûçeyên Çand/Huner

În 11 Adar 2022 - 22:00

  • Dûvre bi çend rojan Ocalan bi xwe di xewneke min de hat, li deriyê mala min da û di destên wî de kulîlkek û tivingek hebû. Bi heman heybeta xwe bû dema cara yekê ez zarok bûm, min ew dîtibû. Bi rûyekî ken destên xwe li milê min da û ti gotin nekir, kulîlk û tiving diyarî min kirin.  

MÛNA YÛSRÎ*

Li Qahîreyê di sibeheke sar a zivistanê de, bajarekî ku tenê kêmekê sermayê nas dike, diviyabû ku ez li dibistanê bûma, lê nexweşiyeke tayê hişt ku di nav nivînan de bimînim, zarokeke nexweş, ji bilî televîzyonê ti amûreke ku wê mijûl bike tine ye, ji nişkê ve filma sibehê hate qutkirin da ku bultena nûçeyan dest pê bike. Ji destpêkê ve mêrekî ku dişibihe mêrên bajarê min, rûyê wî ne xerîb, simbêlên wî stûr û zêde, çavên wî tûj û xwedî awireke balkêş ku mirov cesaret nake lê binihêre, bi dest kelepçekirî ber bi cihekî ve dibin, derket ser ekranê… Navê wî ji hişê keçeke 8 salî neçû, lê ew Abdullah e. Teqez ew yek ji me ye! Axaftina pêşkêşvanê televîzyonê destnîşan dikir ku ew ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin. Bêyî ku wî nas bikim, ji ber hevxemiya min pê re wêneyê wî di hişê min de ma.

Meh derbas bûn û wêneyê wî careke din bû rojeva televizyona Misirê. Sibehekê ji sibehên havîna germ, tê bîra min ku çend roj berî rojbûna min a 9`an bû... Di nûçeyan de dihat gotin ku cezayê îdamê lê hatiye birrîn!

Careke din kete hişê min

Ew tengasiya ku wê demê pê hesiyabûm, tê bîra min, dibe ku ji bo zarokeke di temenê min de ne guncaw be guhdarî bultenên nûçeyan dikir, lê ew kanala sereke bû û ji bilî wê tine bûn, beriya ku lehiya kanalên satelîtê me dagir bikin. Dem derbas bû û ew kes ji ber çavan winda bû, ez wî nas nakim û navê wî jî nayê bîra min. Wê demê înternet tine bû ku ez bikaribim lê bigerim û di kêliyekê de her tiştî li ser wî nas bikim. Lê ew di dema şerê li Sûriyê de careke din vegeriya û ji nû ve min ew nas kir hemwextî derketina navê PKK’ê li Sûriyê. Min ji wêne ew nas kir, careke din kete hişê min, wekî ku tişta ku lê digeriyam min ji nişkê ve dît!

Girîngiya PKK nizanin

Medyayên cîhanê, wê demê digotin ku ew kes lîderê partiyeke terorîst e. Lê dem hebû ku mirov wateyên cuda li peyva terorîst bar bike ku dewletên rojava dixwazin ji me veşêrin. Min di dilê xwe de spasiya înternetê kir ku serok bi min da naskirin! An jî wekî ku min paşê nav lê kir: Xeyalvanê Dawî.

Dema ez tev li şepêlên çepgir ên Misirî bûbûm, min texmîn dikir ku ew tecrûbeya PKK’ê bi kar tînin, lê surprîz ew bû ku hemû şepêlên çepgir ên Misirî girîgniya PKK’ê nizanin. Piştî mirina Stalîn dema wan qediya, her wiha dema mislimanan jî qediya û li ser Xernataya têkçûyî digiriyan. Ne Ocalan ne jî tecrûbeya wî bi bîr dixistin. Lê tişta herî kirêt ew e ku min gelek kes nas kirin ku navê wî nedizanîn û texmîn dikirin ku PKK’ê ji Partiya Komunîst a Sovyetê veqetiyaye.

Mixabin ji kesên ku Ocalan nas nakin re, cihê mixabiniyê ye ku çepgirên Ereb li hember wergerandin û weşandina xebatên wî bê çare ne. Di her nîqaşeke min a siyasî di hundirê rêxistinên siyasî de yan jî li derveyî wê, fikrên Ocalan ên li ser rêxistinkirinê, rizgariyê û dewletê bi min re ne. Lê di fikra Ocalan de jin xwedî girîngiyeke taybet e.

Çi cîhaneke kirêt û sosret e! 

Mirovekî 70 salî ji hemû mafên xwe yên mirovî bê par hatiye hiştin û bi tenê di giravekê de dîl e. Ev yek par heta demekê di hişê min de bû. Sibehekê xilmaş bûm û min dît ez li çiyayên Qendîlê di nava keskahiyê de me, li dora min gelek jin hene û li ber awazên tembûrê govendê digerînin. Piştre jineke 40 salî ku keziyên porê xwe berdane ser milên xwe, hate cem min û ji min re got, ez Leyla Ocalan im, keça Serokatiyê me û ew li benda we ye ku hûn wî ji girtîgehê rizgar bikin. Ez li kêleka wê û em li ber keviyên çemekî piçûk meşiyan, Hirçike Koala me ber bi girtîgehê ve dibe. Min ji berîka xwe kamerayeke piçûk derxist û ew kêlî girtin, da ku cîhana qirêj bizanibe ku rêya ber bi Ocalan ve ne hêsan e.

Ez bi kêfxweşî ji wê xilmaşiyê ya xewna dramatîk hişyar bûm û min ew kêlî di bîreweriya xwe de jiber kirin, belkî Serokatî di demeke nêz de derkeve. Ew jî bibe pêxembertiyeke min a taybet. Dûvre bi çend rojan Ocalan bi xwe di xewneke min de hat, li deriyê mala min da û di destên wî de kulîlkek û tivingek hebû. Bi heman heybeta xwe bû dema cara yekê ez zarok bûm, min ew dîtibû. Bi rûyekî ken destên xwe li milê min da û ti gotin nekir, kulîlk û tiving diyarî min kirin.  

* Mûna Yûsrî, nivîskarek ji Misirê ye bi kar û barên jin û civakê mijûl dibe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.