- Xelîl Hiso yê 14 salî ji gundê Çeqela yê ser bi Efrînê ye. Piştî dagirkirina Efrînê bi malbata xwe re koçberî Helebê bû û li taxa Şêx Meqsûd Xerbî bi cih bû.
SARA ŞÊX HESEN / JINHA/HELEB
Xelîl Hiso yê 14 salî ji gundê Çeqela yê ser bi Efrînê ye. Piştî dagirkirina Efrînê bi malbata xwe re koçberî Helebê bû û li taxa Şêx Meqsûd Xerbî bi cih bû. Xwişka Xelîl Hiso stranbêj û birayê wî jî li piyanoyê dide. Ji ber wê hê piçûk e, bala wî diçe ser huner. Ew ji xêzkirinê hez dike û nexasim jî bajarê Efrînê, xweza û wêneyên dayikan diresmîne. Xelîl, niha di komeleya “Yekîtiya Hunerê” de karên xwe didomîne.
Bêriya Efrînê û hevalan kiriye
Xelîl dibêje, wî pirr bêriya Efrînê û hevrêtiya wir kiriye: “Rojên pirr xweş min li welatê xwe Efrînê bihurandin, her tişt li Efrînê xweş bû, dibistana min heya niha li pêş çavê min e û min gelekî bêriya axa welat kiriye. Min pirr bêriya Efrînê û hevalên xwe kiriye. Ji piçûkatiya xwe ve ez ji wênexêziyê hez dikim. Piştî ku em li Helebê bi cih bûn, dayik û bavê min qet ranewestiyan heta ji min re cihê perwerdeya wênesaziyê dîtin da ku ez hunerê xwe dewam bikim.”
Gelek rêbaz ceribandine
Xelîl heta niha wêneyên cûr bi cûr çêkirine û rêbazên cuda bi kar anine: “Mîna çêkirina wêneyan bi komirê, bi rengên darî, rengên avî û her wekî din. Lê herî zêde ez wêneyan bi komirê çêdikim. Ez xeyalên xwe yên berfireh li ser kaxizeke piçûk xêz dikim ji bo min ev tiştekî pirr xweş e.”
Xelîl dibêje, dema ew bixwaze mirovekî xêz bike, destpêkê rûyê wan baş jiber dike û piştre jî dest bi xêzkirinê dike. Lê ev ne karekî hêsan e: “Gelek qanûnên dijwar di wênexêziyê de hene lê bi demê re ew hêsantir dibin. Hin wêne hene, 3 rojan ez wan bi dawî dikim, hin ji wan jî hene 6 rojan wan bi dawî dikim. Pirrî caran hin wêne bi min re çend mehan dimînin, li gorî mezinbûna wan e. Kesa ku herî zêde piştgiriya min dike dayika min e, di heman demê de mamosteya min jî pirr dixwaze ez bi pêş bikevim.”
Ber bi riya başiyê ve biçin
Hevalên wî û Navenda Çandê wêneyên Xelîl Hiso diecibînin. Di her pêşangehê de wêneyên Xelîl tên nîşandan. Xelîl jî ji vê yekê pirr kêfxweş e û dibêje, “Ev jî morala min bilind dike. Niha jî ez cihê xwe di saziya çand û huner de digirim û endamekî wê me. Ez bang li hemû zarokan dikim, dema xwe betal û vala derbas nekin.”