Xeyala salan pêk anî

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 22 Cotmeh 2022 - 06:16

  • Şêwekar Fewzî Bîlge tevî Çidem Baranê “Ferhenga Hunerê” hazir kir û bi vî awayî xeyala xwe ya 25 salan pêk anî. Ferhenga Hunerê di vî warî de tenê û bê nimûne ye, û heta niha xebateke wiha berfereh pêk nehatiye. 

ARDÎN DÎREN

 

Ji bo kesên ku her roj gilî û gazinan dikin û pê ne bawer in zimanê wan dewlemend e, hin xebat weke bersivekê ne. Nexasim jî xebatên ferhengan di vî warî de giring in û dewlemendiya zimenekî bêhtir berbiçav dikin. Xelk dema li ferhengan dinihêrin, asoyên wan bêhtir kûr dibin û dikarin bi riya ferhengan xwe bigihînin gelek bêjeyên ku meraq dikin yan jî dixwazin maneya wan hîn bibin. “Ferhenga Hunerê” ya ku Fewzî Bîlge û Çidem Baranê hazir kirine, nîşaneya vê yekê ne. Wan ferhengeke din li ferhengên Kurdî zêde kiriye û çeperên Kurmanciyê ferehtir kirine.

Berê di gelek waran de ferhengên Kurdî hatibûn hazirkirin, lê di warê hunerî de ev valahî tim hebû. Ji lewra “Ferhenga Hunerê” valahiyekê jî dadigire. Tişta ferhengê ya herî xweş jî ew e ku xwerû bi Kurdiya Kurmancî ye.  Xebatên bi vî rengî nîşan didin ku meriv dikare bi Kurdî bi her awayî li ser hunerî biaxive, şirove bike û nirxandinan bike. Peyv û bêjeyên Kurdî têr û sertêra vê yekê dikin. Helbet ti ziman nikare ji sedî sed xwerû be û ji zimanên din bandor lê nebe. Zimanê Kurdî jî weke zimanên din hin bêjeyên ku di zimanên din de jî hene li xwe zêde dike û bi vî awayî xwe dewlemendtir dike.

 

Dev ji xeyala xwe bernade

Fewzî Bîlge ji dêvla pêşgotinê, “Çîroka ferhenga hunerê” nivîsandiye û wiha behsa vê çîrokê dike; “Gellek xeyalên min hebûn û ji wan yek jî ev bû ku ez rojekê karibim ferhengeke hunerê çêbikim. Ev xeyala min, ne bi qasî temenê Ferhenga Yekem a B.M. ango 3000 hezar sal berê dirêj bûya jî, nêzî bîst û pênc salan ez li ser fikirîm û ji bo rojekê pêk bînim, ez xebitîm.” Fewzî Bîlge, esas, dixwaze vê xebatê bi 15 şagirtên xwe re pêk bîne û bi awayekî hevbeş bixebite, lê piştî 20 salan fêhm dike ku ev daxwaza wî wê pêk neyê. Lê dîsa jî dev ji xeyala xwe bernedeya û heta ku vê xeyala xwe bi nivîskar û şêwekar Çidem Baran re parve dike. Çidem Baran jî piştevaniya wî dike û bi hev re xebateke wiha derdixin pêşiya hunerhezên ku dixwazin li ser Kurdî binivisînin, biaxivin an jî şiroveyan bikin.

 

Ew ê kitêbê wergerînin Kirmanckiyê

Li gorî agahiyên ku Fewzî Bîlge dide, hevalekî wan (Cuma Pîa) hewl daye ku ew jî tevlî vê xebatê bibe û ferhengê bi Kurmancî û Kirmanckî çêkin, lê derfet çênebûye ku bi hev re bixebitin. Lê piştî ku ferheng bi dawî dibe, ev daxwaza wî zêdetir bûye û gotiye, di siberojê de ew ê vê ferhengê wergerîne Kirmanckiyê.

 

Kovan Baqî, ‘Ev xebat teşîrêsî ye’

Nivîskar H. Kovan Baqî jî pirtûkê “Tenê ve ne ferhenga Hunerê û Hunera Ferhengê ye elbet” nirxandiye û gotiye, “Ne berhevkirineke arkeologî ye jî, dikarim bêjim, ‘ev xebat teşîrêsî ye.’ Fewzî Bîlge û Çidem Baranê, di bêzimaniyê de lingên xwe li topografiya gotinan radane, bi sebra pîrikên teşîrês ên hosta zîzikandina teşiyên xwe, rêstine, tayê ji gotinan, paşê li darxistine tevneke muntezem û honandine ev tûrikê Hunera Ferhengê. Ev e gencîneyeke kedê, cewahîrê gotinê û dewlemendiya hunera vê neteweyê.”

Di vê ferhengê de hûn ê gelek peyvên ku bi kêrî hunerî tên bibînin. Gelek ji peyvan dibe ku me berê bihîstibin, lê gelek ji wan jî hûn ê nû bibihîzin. Tiştekî giring jî ew e ku ev ferheng ji destê du şêwekar û nivîskaran derketiye. Dema meriv bala xwe dide ferhengê, meriv dibîne ku ev xeyala pêk hatiye bi salan dermale bûye û wiha derketiye pêşberî xwîneran. Her wiha ji gelek zimanên biyanî jî sûd hatiye wergiritin û li hember peyvan, ziman hatine diyarkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.