Xeyala Nagîhanê pêk hat

Nûçeyên Jin

Duşem 26 Hezîran 2023 - 04:24

Li bajarê Silêmaniyê, Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd hat vekirin. Ev proje yek ji xewnên Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bû. Di merasîma vekirinê de sînevîzyona li ser xebatên Nagîhan Akarselê yên ji bo pirtûkxaneyê hatin nîşandan.

Xeyal û projeyên endama Navenda Lêkolîna Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel, pêk tên. Sîxûrên dewleta Tirk bi hevkariya Parastina PDK´ê, di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li bajarê Silêmaniyê Nagîhan Akarsel qetil kirin.Nagîhan Akarsel hingê ji bo vekirina Pirtûkxaneya Jinên Kurdistanê dixebitî. Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê ya ku Nagîhan Akarselê di çarçoveya projeyekê de demeke dirêj xebata wê meşand, bi çalakiyekê li Silêmaniyê hat vekirin. Ji Başûr, Bakur, Rojava, Rojhilat, Şengal, Elmanya û Spanyayê nêzî 300 jinî, tevlî vê çalakiya destpêkê bûn.

Merasîma vekirina navendê, bi rêzgirtina ji bo giyanê pak yê Şehîd Nagîhan Akarsel û tevayî şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Endama Lijneya Rêveber ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê, Gulan Bextiyar axivî.

 

Berxwedan erkê sereke ye 

Gulan Bextiyarê destpêkê jinên kedkar û beşdarên merasîmê silav kirin û got, “Em dizanin ku berpirsyariya me berpiryariyeke giran e, lê me hay jê heye ku şert û merc çi dibin bila bibin, berxwedan erkê sereke ye. Hem erkekî exlaqî û wijdanî ye hem jî helwêsteke hişmendiyî ye. Ji bo serketina demokrasiyê em hewl didin vî erkê xwe bi cih bînîn. Xwedîderketina li afirandin û rengên jinan û parastina vê navenda bîrê, gelekî girîng e. Lewma em malavayiya dost û mêvanên xwe yên îro li vir hazir dikin.”

Di merasîmê de sînevîzyonek jî hat nîşandan. Di sînevîzyonê de xebatên Nagîhan Akarselê yên ji bo pirtûkxaneyê hatin nîşandan. Piştî sînevîzyonê, komeke muzîkê ya jinên ji Başûr, derket ser dikê. Piştî konserê, dîmenên jinên li Ewrûpayê yên nikaribûn tevlî bernameyê bibin, hatin nîşandan.

Bername û merasîma vekirina Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd, bi stranên hûnermenda Rojhilatî Jîna Seqizî bi dawî bû. Di bernameyê de dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’, hat gotin.

Nagîhan Akarsel kî ye?

Nagîhan Akarsel bi nasnav Heval Zîlan, jineke lêkoler, arşîvvan û rojnamevan bû. Ew sala 1976’an li gundê Xelîkan ê ser bi bajarokê Gulyazî yê bajarê Konyayê hatiye dinê. Tevayiya jiyana xwe bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ ji bo têkoşîn û xebata jinê veqetand. Roja 4’ê Cotmeha 2022’yan di encama êrişa terorî ya MÎT’a Tirk de li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê li nêzî mala xwe, hat şehîdkirin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.