HESNA MIHEMED/JÎNHA/ŞEHBA
Her kes di jiyanê de xwedî meraq û xeyaleke cuda ye. Şîlan Ico yek ji zarokên Efrînê ye, koçberî Kantona Şehba Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye. Şîlan Ico bi malbata xwe re li navçeya Ehdas a Şehbayê dijî. Ew 12 salî ye û di 8 saliya xwe de fêrî xêzkirina wêneyan bûye. Şîlan her wiha Endama Komîna Wênexêziyê ya Herêma Efrînê ye. Şîlan, ruxmî ciwanbûna xwe jî bi wêneyên xwe beşdarî gelek pêşangeh û mihrîcanan bûye.
Ji dayika wênesaz îlhamê digire
Şîlan Ico destpêkê behsa gavên xwe yên yekem di xêzkirina wêneyan de dike û dibêje, "Ji 8 saliya xwe ve ez wêneyan xêz dikim. Min îlhama xêzkirina wêneyan ji dayika xwe girt, ji ber ku ew jî wênesaz e. Piştî ku em ji Efrînê koçber bûn û li Şehbayê bi cih bûn, me komîna wênexêziyê ava kir û cihê xwe tê de girt. Destpêkê ji perwerdeya fêrbûnê derbas bûm heta ku ez gihîştim asta xêzkirina wêne û tabloyên mezin. Di komîna wênexêziyê de ez endama herî piçûk im. Pêşengehên ku li Şehbayê vebûne, ez bi wêneyên xwe beşdarî wan dibûm. Naveroka pêşangehên ku dihatin lidarxistin, li ser berxwedana gelê Efrînê bû her wiha li warê koçberiyê. Me bi wêneyên xwe bal dikişand ser êşa zarokên ku ji dibistan û xeyalên xwe dûr ketine."
Hewla nîşandana deng û rengê Efrînê
Şîlan Ico di nava gotinên xwe de behsa naveroka tabloyên xwe dike û wiha pê de diçe: "Naveroka tabloyên ez xêz dikim, li ser mafên gelê bindest e. Di heman demê de tabloyeke min a din nîvê wê rûyê jinê ye û nîvê din jî roj e, heye. Maneya vê tabloyê jî ev e: Jin her dem ronahiyê dide jiyanê. Ez tev li çar pêşangehan û mihrîcana Şehîd Berçem a li Helebê bûm. Her wiha wêneyên min di pêşangeha Qamişloyê de hatin nîşandan, naveroka wan jî li ser êşa Efrîniyan bû. Bi rêya wêneyên xwe, em hewl didin deng û rengê civaka Efrînê û êşa wan ragihînin cîhanê."
Teslîmiyetê qebûl nakin
Şîlan ico di dawiyê de behsa şert û mercên koçberiyê û zehmetiyan dike û dide zanîn ku tevî her tiştî jî ew dest ji meraqa xwe bernadin: "Em niha li Şehbayê di nava şert û mercên dorgirtin û koçberiyê de ne. Lê, ev yek nabe astengî li pêşiya berdewamiya pêkanîna xeyalan. Em li ber sermayê perwerdeyên xwe yên xêzkirina wêneyan dikin, lê em teslîmiyetê jî qebûl nakin. Em berxwedana xwe ruxmî dorpêça li ser me hatiye ferzkirin jî didomînin."