Muzeya Louvre ku yek ji muzeyên herî girîng a dinyayê ye, da zanîn ku avahî êdî nikare hin tiştan hilgire û hegere wisa dewam bike ew ê ji bo berhemên hunerî rewşeke xeternak dest pê bike. Berpirsyarên Muzeya Louvre niha ji bo mîrasa çandî ya li muzeyê biparêzin bi hikûmeta Fransî re li çareseriyan digerin.
Muzeyê da zanîn ku divê salonên pêşangehê werin nû kirin ji lewma êdî ew pirr kevn bûne. Her wiha ji bo hin berhemên hunerî baştir werin parastin ji hikûmetê alîkarî xwest. Serokê Muzeya Louvre Laurence des Cars ji Wezîrê Çandê yê Fransa Rahida Dati re nameyekê nivîsand û di nameya xwe de van tiştan got; “Avahiya muzeyê bi gelek xetereyan re rû bi rû ye. Ji lewma ev avahî sedê salane tê bikaranîn. Ji ber pêlên germahiyê yên ku radibe û dadikeve jî berhemên hunerî di talûkeyê de ne û divên werin parastin.”
Girîngiya muzeyê
Ev avahiya ku niha weke muzeyekê tê bikaranîn di sedsala 12’an de weke serayekê li Parîsê hate lêkirin. Qralên Fransî ba sed salan ev avahî weke navendeke girîng bikaranîn. Piştî serhildanên xelkên Fransayê Louîs XIV. (Louîsê 14’em) biryar da ku vê serayê biterikîne û li Seraya Versailles bi cih bû. Di sala 1793’an de avahiya Louvre’yê veguherî cihê koleksiyona hunerî ya kralîyetê û pişt re jî weke muzeyê hate bikaranîn. Muzeya Louvre îro ro hem ji hêla mîmarî û hem jî ji hêla hunerî ve weke navendeke girîng a çanda dinyayê tê zanîn û qebûlkirin. Di muzeyê de ji peykerên Yewnanî bigirin heta bi berhemên herî girîng ên dema Ronesansê cih digirin. Tabloyê Leonardo da Vinci yê bi navê “La Gioconda” (Mona Lîsa) jî li vir e.
Di sala 2018’an de 10,2 milyon kes çû serdana muzeyê. Ji ber serdana zêde di sala 2021’an de biryar hat girtin ku rojê tenê 30 hezar kes werin girtin ji bo serdanê. Wisa tê texmîn kirin ku ji bo nûkirina avahiyê pêdivî bi 500 milyon Euro heye! Ji bo projeya nûkirina muzeyê di navbera muze û hikûmeta Fransayê de hevdîtin dest pê kirine lê heya niha li ser tiştekî lihev nekirine.
PARÎS