- Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) li navenda Şengalê, derbarê êriş û dorgirtina dawî ya li ser Şengalê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) li navenda Şengalê, derbarê êriş û dorgirtina dawî ya li ser Şengalê daxuyaniyek da çapemeniyê. Endama Dîplomasiyê ya TAJÊ Suham Şengalî daxuyanî da û got, “Di nava sînorê Iraqê de herkes dizane ku dewleta Tirk û malbata Barzanî bi hev re pîlan danîne ku nehêlin dewleta Iraqê aramî bijî û siyaseta xwe ya ku istîqrara herêmê xira bike, kûrtir dike. Di vê mehê de êrişa li dijî Herêmên Parastina Medayayê, ne tenê dijî gerîla ye. Li dijî tevahî îradeya gelên Iraq û Kurdistanê ye.
Di heman demê de, artêşa Iraqê bi fermana Kazimî tevdigere, êrişî hêzên me yên Asayîşa Êzîdxanê kir. Ev êrîş li dijî îradeya gelê me ye. Em jî dixwazin pirsgirêka Şengalê çareser bibe. Me ti carî deriyê diyalogê negirtiye û em nebûne alîgirê şer. Lê em qebûl nakin ku pirsgirêk li ser hesabê destketiyên me werin çareser kirin. Destketiyên me xeta sor in, ew bi xwîna qehremanên me yên weke Berxwedan, Bêrîvan, Seîd, Dijwar û Zerdeştan hatine bidestxistin.
Bela xwe ji Şengalê veke!
Me 3 Tebaxê tecrûbe kiriye. Êdî ne parastin, ne ji rêveberiya xwe, em bi hêviya ti kesî ve nahêlin û baweriya xwe bi ti hêz û aliyî naînin. Em dixwazin bi xwe parastina xwe bikin û xwe bi rê ve bibin. Ev daxwaza me rewa û hiquqî ye û li gorî qanûnên Iraqê ye. Ji bo wê em bang li hikûmeta Iraq’ê û Wezareta Parastina Iraqê dikin da ku van hêzan kontrol bikin û ji herêma me derxin. Di serê her kolanê de panzereke artêşê danîne. Li kîjan cihê cîhanê artêş ewqasî di nav sivilan de belav bûye? Bila hikûmeta Kazimî pirsgirêk û nakokiyên xwe li dûrî Şengalê safî bike û li Şengalê li ber erka PDK û dewleta Tirk ranebe.
Em bang li gelê xwe dikin, roj roja man û nemanê ye. Lazim e, em li hebûna xwe xwedî derkevin. Yêkîtî û hevgirtina me bersiva herî bihêz li dijî van êrîşan e. Em bang li jinan dikin, bang li her kesê berpirsiyar, serokeşîr, oldar, siyasetvan û rewşenbîrê civaka xwe ya Êzîdî dikin, bila bi rola xwe rabin.”
ROJNEWS/ŞENGAL