Xespkirina îradeya gel hat şermezarkirin

În 1 Mijdar 2024 - 16:50

  • Di çalakiyên şermezarkirina xespa îradeyê de banga têkoşîna hevpar hat kirin û hat gotin:"Em rejîma qeyûm a ku ji Colemêrgê heta Esenyûrtê, ji Esenyûrtê heta hemû Tirkiyeyê hewl didin pêk bînin qebûl nakin. Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin.”

Hevşaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi lihevkirina bajarhatibû hilbijatin, hat girtin û qeyûm tayînê şûna wî hat kirin. Li gelek bajaran bi daxuyaniyantayînkirina qeyûm hat şermezarkirin.

Amed

Li Amedê li navçeya Yenîşehîrê li ber AZC plazayê ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ve der barê tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariya Esenyurt a Stenbolê daxuyanî hat dayîn. Parlamenterên DEM Partiyê, hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, hevserokên DEM Partî yênAmedê, hevserokên DBP yên Amedê, rêveberên DEM Partiyê yên navend û navçeyan, hevşaredarên bajarên mezin yên Amedê Sera Bucak û Dogan Hatun, hevşaredarên navçeyênAmedê, saziyên civaka sivîl, dayikên aştiyê, TJA û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn.

Hevseroka hejmara 2'yem a Egîtîm Sen a Amedê Duygu Ozay daxuyanî xwend û da zanîn kutayînkirina qeyûman hiqûq û karîneya masumiyetê carek din ji aliyê dsethilatdariyê û alîgirênwê ve hatiye binpêkirin. Duygu daxuyakirin ku AKP-MHP’ê îradeya gel xesp kiriye û desthilatdariyê îradeya gel nas nekiriye. Duygu her wih anî ziman ku divê demildest dest jidarbeya li îradeya gel bê berdan.

Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.

Şirnex

Rêxistina CHP’ê ya Şirnexê li ber avahiya partiyê daxuyaniyek da. Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şaxa Şirnexê û gelek kes beşdarî daxuyaniyêbûn. Di daxuyaniyê de girseyê pankarta "Em xwedî li vîna gel derdikevin” vekirin û timîdirûşmeyên "Maf, hiqûq, edalet" berz kirin.

Endamên KESK'ê bi pankarta "Dest nede vîna gel, ji qeyûman re na" û dowîzên “Qeyûm wûbiçin, em ê bimînin" heta ber avahiya bajêr meşiyan.

Serokê CHP'ê yê Şirnexê Saît Namdar daxuyaniya hevpar xwend. Saît Namdar diyar kir kuew ê tayînkirina qeyûman qebûl nekin û bang li gel kir ku xwedî li vîna xwe derkevin.

Edene

Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Edeneyê li ser banga rêxistina CHP'ê ya Edeneyêli Parka Înonû hatin ba hev. Girseyê bê navber dirûşmeyên "Maf, hiqûq, edalet", "Roj wêwere, dewran bigere qeyûm wê hesab bidin gel", "Her der Esenyûrt, her der berxwedan", "Lidijî faşîzmê mil bi mil", "Em ê bi yekîtiyê bi ser bikevin" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin.

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû û parlamenterê DEM Partiyê yêBedlîsê Huseyîn Olan jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Halîde Turkoglû anî ziman ku ji sala 2016'an û vir ve desteserkirina şaredariyên di hilbijartinê de hatine bidestxistin li Tirkiyeyêbûye şewazeke rêveberiyê û got, "Rêveberiya yek zilamî bi siyaseta qeyûman xwe xwedîdike.Em rejîma qeyûm a ku ji Colemêrgê heta Esenyûrtê, ji Esenyûrtê heta hemû Tirkiyeyêhewl didin pêk bînin qebûl nakin. Em ê têkoşîna xwe berfireh bikin.”

Endamê MYK'ê yê EMEP'ê Halîl Îmrek jî diyar kir ku li cihê ku azadiya bijartin û hilbijartinêtê binpêkirin û îradeya gel tê paşguhkirin, nikare behsa demokrasiyê bike û wiha got: "Em alîgirê yekîtiya ked, demokrasî û hêzên aştiyê ne."

Serokê CHP'ê yê Edeneyê Anil Tanburogluyê girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer wekedestwerdana vîna gel û demokrasiyê nirxand û banga têkoşînê kir.

Daxuyanî bi temaşekirina mîtînga li Esenyurtê berdewam kir. NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.