Xêra bi gopalan

Nûçeyên Jiyan/Civak

çarşem 9 îlonê 2020 - 06:00

Peyal Guç li navçeya Wanê Westanê, li Gundê Vîrkonîsê dimîne. Peyal ê 55 salî her xêra dike. Xêra wî jî gopal in, ew gopalên ku bi destê xwe çêdike. Ji kê re lazim bin jî bê pere dide wan.
Peyal Guç berê diçû nav bax û baxçeyên xwe, lê piştî ku îsal dilê wî hindik mabû bisekine, ji ber ku celtê lêxist, êdî hew dikare bi karê xwe rabe. Wî dest bi çêkirina gopalan kiriye. Peyal Guç ji wan mirovan e ku hez ji betaliyê nake. Ha ji ber wê jî wexta xwe bi çêkirina gopalan dibihurîne. Hîna ew zarok bû, ew ji cîranên xwe hînê çêkirina gopalan bûye.
Gopalên ew çêdike, ji dara giwîjê ne. Peyal dibêje, çêkirina gopalan zehmet e, lê ew bi çêkirina wan şad dibe. Ew gopalên çêdike jî bêpere dide kesên pê hewce: kalûpîr û şivan.

WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.