- Li Licê ya Amedê wexta mehseran e. Rezên herêmê gelek jê ji ber hişkesaliyê û germa zêde şewitîne.
Li Licê ya Amedê wexta mehseran e. Rezên herêmê gelek jê ji ber hişkesaliyê û germa zêde şewitîne. Yên mayî jî berdariya wan kêm e û hebên tirî biçûk û hişk in. Xelkê gundan dibêjin, cara ewil e rastî tiştekî wiha tên.
Li gundê Husenikê jî heman tişt heye. Îsal berdariya rezên li gund li dor ji sedî 80-90 kêm bûye.
Li mezrika gund Çelebiyê welatî çûn ser mehseran. Welatî tiriyên ku berhevkirine bi ked û tahbeke mezin dikin şîre û paşê jî di sîtilan de dikelînin. Bi dû re vê şîreyê dikin dims, bastêq û benî.
MA/AMED