Xema sînemaya ‘întelektuel’ û ‘polîtîk’

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 24 Mijdar 2022 - 05:52

  • Jean-Marie Straub û Daniele Huillet di filmên xwe de ji bilî estetîkê, xwe ji bo etîkê jî diêşandin. Meriv dikare sînemaya wan weke “sînemayeke întelektuel” jî bibîne û binirxîne. Ji ber ku ew weke du kesên rewşenbîr li ser bingehê sînemayê û her wiha siberoja wê jî difikirîn.

ARDÎN DÎREN

 

Dîroka sînemayê (helbet heger di 120 salan de ji bo formeke hunerî afirandina dîrokekê guncaw be û meriv karibe behsa dîroka wî hunerî bike) bi saya derhênerên dilawer û afirîner ava bû. Bêyî van derhêneran meriv nikare behsa dîroka sînemayê bike. Ji lewma, ev derhêner bûn yên ku asoyên têgihîştina sînemayê wêdetir birin û kirasekî hunerî li forma sînemayê fesilandin. Meriv dikare van derhêneran weke “author” jî binirxîne. Peyva “author” li gelek deveran di maneya “nivîskar” û “afirîner” de tê bikaranîn. Di sînemayê de jî nexasim îşaret bi rêgez û şêweyê “afirîner” yê derhênerekî/ê dike. 

Di sînemayê de hin derhêner ji rêgezên berê bêhtir, rêgezên nû peyda kirin û li gorî van rêgezan, filmên xwe çêkirin. Yanî wan bi şêwazeke resen ya ku ew hêla wan ya afirîneriyê nîşan dida dîmenên filmên xwe girtin. Meriv dikare weke nimûne gelek derhêneran nîşan bide. Bêguman yek ji van derhêneran Jean-Luc  Godard bû. Godard beriya du mehan jiyana xwe ji dest da. Piştî Godard sînemagerê bi navê Jean-Marie Straub jî di 89 saliya xwe de ji vê dinyaya gewrik bar kir. Straub û Godard ji bilî hevnasînê, di heman şiverêya sînemayê de dimeşiyan û her du jî bi tercîhên xwe yên wêrek dihatin naskirin. Her wiha ew li ber hişmendiya Hollywoodê jî radibûn û di sînemayê de nihêrînên azad û serbixwe ava dikirin. Her çiqas kêm kes Jean-Marie Straub binasin û ji sînemaya wî haydar bin jî, ew derhênerekî şareza û “author” bû. Di temenê xwe de û temenê wî hema bibêje weke yê dîroka sînemayê ye, wî gelek film çêkirin û bû parçeyekî bi qîmet yê dîroka sînemayê. 

Dema meriv behsa Jean-Marie Straub kir, nabe ku meriv hevjîn û hevrêya wî Daniele Huillet ji bîr bike. Ji lewma bi qasî Jean-Marie Straub ew jî afirîner bû û filmên ku wan çêdikirin hemû, wan ew bi hev re hazir dikirin. Wan di sala 1954’an de, dema şagirt bûn hev du nas kir û salên dirêj bi hev re li ser sînemayê axivîn, ponijîn û film çêkirin. Daniele Huilletê jî di sala 2006’an de wefat kir.

‘Cinéphilie’ekî neseqirî

Jean-Marie Straub di sala 1933’an de li bajarê Elmanyayê Metzê, li herêma Lorraine hat dinyayê. Wexta ku ew şagirt e, beşdarî komên sînemayê dibe, yanî ew jî yek ji wan “cinéphilie”ên neseqirî ye û ji sînemayê gelekî hez dike. Heta ew bi derhênerê navdar Francois Truffaut re jî heval bû û ji bo kovara sînemayê ya bi navê “Cahiers du Cinema” nîvîs hazir dikirin. Her wiha, wan salan, Jean-Luc Godard jî nas kir. Wî dixwest nivîsên dijwartir biweşîne da ku nîqaşên li ser sînemayê kûrtir bibin, lê Truffaut rê nedida vê yekê û ji lewma jî li hev nedikirin! Jixwe, wî û Înstîtuya Sînematografiyê jî li hev nedikir û ji wir jî hatibû dûr xistin. Paşê, wî asîstaniya gelek derhêneran kir. Wî asîstaniya Jacques Rivette, Abel Gance, Jean Renoir, Robert Bresson û Alexandre Astruc kir; hemû jî derhênerên xurt bûn û filmên bêhempa çêkirin. 

 

Ji bo neçe leşkeriyê ji Fransa direve

Serê ewilî, Jean-Marie Straub û Daniele Huilletê bi hev re çend kurtefilman çêdikin. Straub ji bo jiyan û hunerê Bach bêhtir nas bike, li ser karên wî sê salan dixebite. Piştî sê salan, senaryoya bi navê “Chronicle of Anna Magdalena Bach” dinivîse û vê senaryoyê nîşanî derhêner Robert Bresson dide da ku ew derhêneriya filmê bike. Lê Bresson wiha bersivê dide wan, “Hûn hevalên min ên çak in, lê ev mijara we ye, divê hûn bi xwe vê filmê çêkin.” Di sala 1958’an de Fransa gazî Jean-Marie Straub dike da ku biçe leşkeriyê û li hemberî Cezayîrê şer bike. Lê Straub li ber şer radibe û alîgirê şervanên Cezayîrê ye. Ji bo ku neçe leşkeriyê, neçar dimîne derkeve derveyî Fransayê û bi vî awayî tevî Daniele Huillet diçe Elmanyayê û li wir bi cih dibe. Ew yekem filma xwe ya metrajedirêj jî, yanî filma “Chronicle of Anna Magdalena Bach” sala 1967’an çêdikin. Wan sala 1963’an jî kurteçîrokeke Heinrich Boll, bi navê “Machorka-Muff” kire kurtefilmek û ev jî filma wan a yekem bû. Wan filmên xwe bêhtir li Elmanya û Îtalyayê çêkirin.

 

Şêwaza polîtîk a filmçêkirinê

Jean-Marie Straub û Daniele Huillet di filmên xwe de ji bilî estetîkê, xwe ji bo etîkê jî diêşandin. Meriv dikare sînemaya wan weke “sînemayeke întelektuel” jî bibîne û binirxîne. Ji ber ku ew weke du kesên rewşenbîr li ser bingehê sînemayê û her wiha siberoja wê jî difikirîn. Bi filmên xwe “sînemaya polîtîk” ji nû ve şirove kirin. Ew di heman demê de du Marksîstên netebitî bûn jî. Yanî wan dema filmek çêdikir, tenê li hêla filmê ya estetîk nedifikirîn, her wiha ew li teoriyên din jî difikirîn û temsîlên mekanîzmayên pîşesaziya çandî, dûrî sînematografiya xwe digirtin. Tişta herî giring jî şêwaza çêkirina filmên wan bi xwe “polîtîk” bû. Ji bilî naverokê û senaryoyê, di hêla teknîkê de jî ew li polîtîkaya dîmenekî difikirinê hizirîn û wan awayên nû ceribandin ji bo vê yekê.

 

Di riya Brechtî de qaîdeyên sînemayê xera dikirin

Ji lewma, ew hinekî jî bi serhildêrî û çalakvaniya xwe dihatin naskirin û qaîdeyên heyî yên sînemayê xera dikirin. Bi vî awayî vegotinên nû peyda dikirin di sînemayê de. Ew di meseleya etîk û estetîkê de li aliyê Bertolt Brechtî disekinîn, teoriyên wî di sînema û dengê sînemayê de û her wiha muzîka sînemayê de diceribandin. Yanî sînemayeke welê qebûl nedikir ya ku tenê berê xwe dida “hestan” û xelk bi “dîmenên xweşik” yan jî “sanaryoyên xêvik” dixapand. Sînema ji bo wan amûreke guherîn û veguherînê bû ku ji rasteqîniyê jî berpirsyar bû. Di warê estetîkê de di heman demê de di bin tesîra Friedrich Holderlin, Heinrich Boll, Andre Malraux, Johann Sebastian Bach, Arnold Schonberg, Cesare Pavese, Elio Vittorini, Pierre Corneille û Franz Kafka de bûn. Wan sînema bi giştî dinirxand û li helên wê yên civakî, polîtîk, dîrokî û estetîkê jî difikirîn. Ji lewma, wêje dihat bi hewara wan ve û ji bo filmên xwe ji wêjeyê gelek sûd wergirtin.

 

Giringiya pevxistinê û avakirina çirûskan

Daniele Huilletê carekê îşaret bi giringiya pevxistina filmekê kiribû û gotibû, “Pevxistina filemekê ji bo me pirr giring e. Heger hûn filmekê bi dîmenên belgeyî ve girê bidin, hûnê çirûskeke ku nakokiyan dide niqaşkirin jî ava bikin. Ji bo agirê hizra sînemayî gurr bibe, ‘pevxistin’ pirr muhîm e.” Heger meriv baş bala xwe bide filmên Straub û Daniele Huilletê, meriv dê wê çirûska ku bi “pevxistinê” ava kirine, bibîne. Meriv dê bibe şahidê wê yekê û bibîne ku pevxistina wan reng û ahenga sînemayê çawa guherandiye. Ji ber van sedeman, heta ji wan hat, wan filmên xwe nexist destê çêkeran û jixwe çêkerên filman jî ji bo sînemayê ew weke tehlûkeyekê didîtin! Wan çirûska agirê sînemayê bi destê xwe pêxist û wan nehişt ku çêkerên filman bi pereyên xwe nihêrînên xwe li ser wan ferz bikin. Heta mirin çûn jî bi vê baweriyê rabûn û serhildêriya wan dewam kir.

 

Wan yeka xwe nekir didu!

Filmên Straub û Daniele Huillet ên bi navê “From the Clouds to the Resistance” (1979), “Antigone” (1992), “Scilia !” (1999) û “Quei loro incontri” (2006) sê ji wan filmên giring in ku divê meriv li wan temaşe bike û sînemaya wan nas bike. Dema ew di sala 2006’an de, bi filmên xwe yê “Quei loro incontri” beşdarî Festîvala Filman a Venedîkê bûn, xelat wergirtin lê ji bo xelatê bigirin neçûn û ji dêvla xwe lîstikvana xwe Giovanna Daddi şandin festîvalê û Giovanna Daddi jî nameya wan xwend. Wan di nameya xwe de împeryalîzm û kapîtalîzma Emerîkayê rexne dikir û digot, qeda û nalet li terorîzma we bê! Piştî vê çalakiyê gelek nîqaş derketin û hin kesan jî ew protesto kirin, lê wan yeka xwe nekir didu û ji ya xwe nehatin xwarê!

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.