Xelkê Şêxmeqsûd xwe çawa germ dike?

Pêncşem 19 Çile 2023 - 00:08

Hikumeta Şamê dorpêça girankirî ya daniye ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê didomîne. Di encamê de sotemenî, derman û di vê dawiyê de jî şîrê zarokan li her du taxan nemane.

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sibehê diçin kolana Muxaberat a di navbera taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de û ji malên ji ber êrişên komên çete kavil bûne, bermahiyên têne şewitandin, kom dikin da ku xwe pê germ bikin û xwarinê li ser amade bikin.

Hêjayî gotinê ye, di salên 2016ʹan de komên çeteyan ji herêma Seken Şebabî ya nêzî taxa Şêxmeqsûdê êriş birin ser kolana Muxaberat û gelek mal wêran kirin. Bi berxwedana şervanên YPG û YPJʹê êriş hat têkbirin.

ANHA/NESRÎN ŞÊXO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.