Xelkê Kurdistanê jî divê rabe!

Pêncşem 21 Tîrmeh 2022 - 21:39

  • Siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî ragihand ku ji bo dawîlêanîna şehîdkirina welatiyên Herêma Kurdistanê, pêwîst e welatiyên Başûrê Kurdistanê mil bi milê xelkê bajarên din ên Iraqê li dijî êrişên dewleta Tirk rawestin.

Siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî ragihand ku ji bo dawîlêanîna şehîdkirina welatiyên Herêma Kurdistanê, pêwîst e welatiyên Başûrê Kurdistanê mil bi milê xelkê bajarên din ên Iraqê li dijî êrişên dewleta Tirk rawestin.

Edhem Barzanî têkildarî êrişên dewleta Tirk peyamek da û got, “Pêwîst e dawî li şehîdkirina welatiyên di nava çend salên borî yên li Herêma Kurdistanê bê anîn, 138 şwelatiyên Herêma Kurdistanê hatine şehîdkirin û herwiha şehîdkirina 9 welatiyên doh ên li Zaxo jî divê bê bidawîkirin.”

Edhem Barzanî xwest ji bo dawîlêanîna şehîdkirina welatiyan, welatiyên Başûrê Kurdistanê mil bi milê xelkê hemû bajarên din ên Iraqê li dijî êrişên dewleta Tirk rawestin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.