Xelkê hesab ji hikûmetê pirsî

Nûçeyên Cîhan

Yekşem 5 Adar 2023 - 16:27

Li Atînayê, piştî qezaya trenê ya ji ber xemsariya rayedaran, bi hezaran kes li ber parlamenê kom bûn û hikûmet şermezar kirin.
Di qezaya weke felaketê de 57 kes miribûn. Li dijî xemsarî û berpirsiyariya rayedarên hikûmetê, herî kêm 7 hezar û 500 kes li paytext Atînayê li ber avahiya parlamenê civiyan.

Girseya gel a bi hêrs, li ser banga xwendekar, xebatkarên rêyên hesinî û xebatkarên li sektora cemaweriyê kom bûn.

Li welêt her wiha xebatkarên tren û metroyan grev kirin. Pankartên li ser wan "Bimirin hikûmetên kujer" nivîsandî, di çalakiyan de hatin hildan.

Serokwezîr Kyriakos Mîçotakîs piştî felaketê daxwaza efûyê ji malbatan kir. Serokwezîr peyamek ji xelkê Yewnan re nivîsî û li ser Facebookê parve kir. Mîçotakîs got, "Ez Serokwezîr efûyê ji her kesî, bi taybetî ji xizmên qurbaniyan dixwazin."

Serokwezîr got, "Li Yewnanistana sala 2023'an dema ku du tren li ser heman xetê li hemberî hev biçin, ne pêkan e ku bala kesî nekişîne."

Serokwezîrê muhafezekar got, "Nabe ku em xwe li pişt xetaya mirovan veşêrin, divê em vê nexwazin û xwe veneşêrin."

Roja Yekşemê jî li bajarê Selanîkê polêsan êriş bire xwepêşandêran.

ATÎNA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.