Xelkê Cizîrê berê xwe da Tişrînê
Şemî 1 Sibat 2025 - 03:20
Xelkê bajarên Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê yên kantona Cizîrê, ji bo parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, ber bi Bendava Tişrînê ve ketin rê. Gelek hunermend, rewşenbîr û nivîskar, ciwan û kalemêr û pîrejin jî li qadên bajarên xwe kom bûn û bi rê ketin. Niha bi koma xelkê ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Bendava Tişrînê di nobedariyê de ye.
Bîlançoya êrişan a li Bendavê
Li aliyekî din dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên dagirkerî û qirkirinê li ser Bendava Tişrînê zêdetir kirine.
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8’ê Çileyê ve bi armanca parastina bendavê û nîşandana dijbertiya xwe ya li hemberî êrişan, çalakiya nobetê li dar dixe. Ji tevahî herêman gel li gorî koman nobeta parastina bendavê digire. Dewleta Tirk a dagirker ku bi balafirên bêmirov ên biçek êriş kirin û sûcên şer li dijî 7 karwanên sivîlan kirin. Di encamê de heya niha 24 welatî şehîd bûne. Êrişên dewleta Tirk ên li dijî gel bi wêne û dîmenan hatin belegekirin. 16’ê Çileyê dema karwanê duyemîn ê gelê Kobanê diçû bendavê, balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker êriş pêk anî. Di encamê de jina bi navê Hêza Mihemed û hevjînê wê Edhem Mistefa Weyso şehîd bûn.
Di encama êrişên li ser bendavê de 7 rojnamevan birîndar bûne, 3 xebatkarên tenduristiyê şehîd bûne û 3 jî birîndar bûne. Her wiha bi dehan erebeyên welatiyan û ambulans şewitîne.
NAVENDA NÛÇEYAN