Xelk naxwaze dijmin dixwaze

Çarşem 8 Hezîran 2022 - 01:51

  • Eyûb Barzanî: Niha Başûr di rewşeke gelek xirab de ye. Gelê Başûr desthilata heyî naxwaze. Ti hêvî ji desthilata heyî nemaye. Dijmin ango dewleta Tirk nahêle ev desthilata Başûr bikeve. 

ARMANC HEREKOL/ROJNEWS

 

Siyasetvan û nivîskar Eyûb Barzanî got, aloziyên mezin li Başûrê Kurdistanê hene û heta ku ev desthilata heyî hilneweşe, aramî çênabe. Barzanî got, PKK’ê li Herêma Kurdistanê, dîrok nivîsandiye û PDK’ê jî Başûrê Kurdistanê radestî dewleta Tirk kiriye.

Siyasetvan û nivîskarê Kurd Eyûb Barzanî li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê, hevkariya PDK’ê ya bi dagirkerên Tirk re û rola PKK’ê ya li Başûrê Kurdistanê, ji me re peyivî.

 

Gelo armanca êrişên dewleta Tirk li dijî xaka Başûrê Kurdistanê çi ye?

Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê, ne niha dest pê kiriye. Ev bi dehan sal e, êriş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Kurdistanê heye. Di van demên dawî de dagirkeriya xwe berfirehtir kirine û bi dijwarî êriş dike. Ev dagirkerî wek nexweşiyeke kronîk e. Desthilatdariya dewleta Tirk, li ser Başûrê Kurdistanê zêde bûye. PDK’ê Herêma Kurdistanê radestî dewleta Tirk kiriye. Êdî biryarên Hewlêrê, dewleta Tirk dide. Tirk çawa dixwazin, wisa li Başûr dikin. PDK li şûna ku pişta xwe bide gel, niha pişta xwe dide dewleta Tirk.

 

Çima PDK hevkariya dagirkeran dike?

Di nava mala Barzanî û PDK’ê de gelek kesên bi rêz hene û ji van kiryarên PDK’ê ne razî ne û pê diêşin. Di nava desthilatdariya Başûr de azadiya kesî nîne. Tenê hindek kes hene û bêyî ku deng bên bikaranîn, dibin rêveberên Başûrê Kurdistanê. Yek kes e û birayaran bi serê xwe dide û ti kes nîne bibêje wî, ne wek te ye. Li Başûrê Kurdistanê, pêwîstiyên bi guhertinên bingehîn hene. Li gorî min heta ku ev desthilat hebe, wê ti aramî li Başûrê Kurdistanê çênebe. Her wiha ji ber hebûna wan ti guhertinên erênî çênabin. Niha Başûr di rewşeke gelek xirab de ye. Gelê Başûr desthilata heyî naxwaze. Ti hêvî ji desthilata heyî nemaye. Dijmin ango dewleta Tirk nahêle ev desthilata Başûr bikeve. Ji ber ku di berjewendiya dewleta Tirk de ye. Gel ji ber hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ji desthilata heyî bêzar bûye û li dijî wê ye. Rewşenbîr, siyasetmedar û gelek kesên din, dikarin çareseriyê ji vê pirsgirêka Başûrê Kurdistanê re bibînin.

 

Li gorî cenabê te, hebûn û rola PKK’ê ya li Başûrê Kurdistanê çi ye?

Partiyên Başûr hemû, PKK jî di nav de, dikarin bi nîqaş û hevdîtinan rêyekê bibînin. Pirsgirêkên Kurdan gelek in û tenê Kurd dikarin van pirsgirêkan çareser bikin. Destên ji derve van pirsgirêkan çêdikin. Gelo çawa dibe ku hindek hêz ji Tirkiyê helkirina pirsgirêka Kurd bixwazin? Dewleta Tirk dijmin e û divê her Kurd bi vê yekê bizane. PKK’ê li Herêma Kurdistanê, dîrok nivîsandiye. Heger PKK nebûya rewşa me karesat bû. PKK’ê Şengal parast û ji fermaneke mezin rizgar kir. Berxwedana PKK’ê ya li Başûr û Şengalê destanek e. PKK’ê rê li ber DAIŞ’ê girt. Her kesê reva PDK’ê ya ji Şengalê dît û ew rev rûreşiyek bû. Weke tirsonekan reviyan. PKK’ê jî ji bo gelê Şengalê beziya û bi hewara Êzîdiyan ve çû. Dewleta Tirk ji hêza PKK’ê ditirse û dixwaze şerekî mezin di nava Kurdan de bide destpêkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.