Fuara Navneteweyî ya Muzîkê ya Cîhanê Womex xelata xwe ya sala 2021´ê da hunermend Aynûr Dogan.
Womex got, wê Aynûr Dogan hêjayî xelatê dîtiye ji ber "xebatên wê yên ji bo parastina çanda Kurdî û Elewî, helwêsta wê ya xwegir a li dijî zexta siyasî û ji ber ku ji bo hunermendan mînak e".
Hunermend Aynûr di ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal de ragihand ku ew hêjayî xelatê hatiye dîtin û got, “Pêlikeke rêwîtiya min a muzîkê dîsa sala 2006´an bi Womexê dest pê kiribû. Womex fuara herî mezin a muzîkî ya navneteweyî ye, dilê muzîka dinyayê li wir lê dide. Womexê ez hêjayî xelata hunermenda salê ya 2021´ê dîtime, ji bo min cihê rûmetê ye! min xwest şabûna xwe bi we re parve bikim."
NAVENDA NÛÇEYAN