Xelat dan wêjevan û rewşenbîran

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 20 Sibat 2024 - 00:57

Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê ji bo xelatkirina wêjevan û rewşenbîrên Minbicê şahiyek li dar xist.

Şahî li navenda Çand û Hunerê ya Minbicê hat lidarxistin. Di şahiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman, nûnerên Desteya Çand û Hunerê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Minbicê û gelek kesayetên civakî û rewşenbîrên kantonê beşdar bûn.

Di şahiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hisên Osman diyar kir ku bi Minbic bi bajarê helbestvan û rewşenbîran tê nasîn. Osman anî ziman ku pêkhate û helbestvanên herêmê bi yekitiya xwe li hember her kesên hewl didin projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan têk bibin, mertal in.

Çanda herêmê parastin

Her wiha hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Murhef Fehed axivî û got: "Wêjevan û helbestvanên bajêr çanda vê herêmê parastin. Ew cihê rêzgirtinê ye." Hevseroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Kantona Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir serbilindiya xwe bi rewşenbîr û wêjevanên kantonê anî ziman.

Di şahiya xelatkirinê de hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El Yûsif axivî û got: "Em bi vê şahiyê ku ji bo hevalên me hatiye lidarxistin û ji bo kedên wan kêfxweş in. Ev cihê rêzgirtin û serbilindiyê ne."

Di dawiyê de nivîskar Zehîde Îshaq, nivîskar Reşîd Ebas, lêkolerê şûnwaran Ebdulwehad Şêxo bi mertalên nîşaneya Rêveberiya Xweser û navên wan li ser in hatin xelatkirin.

ANHA/MINBIC

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.