Xelat dan Nesrîn Ebdulah û Selahattin Demirtaş
În 13 Gulan 2022 - 22:42
- Bi merasîmekê xelatên salane yên nivîskar û siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ehmed hatin pêşkêşkirin.
Bi merasîmekê xelatên salane yên nivîskar û siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ehmed hatin pêşkêşkirin. Di nava kesên hatin xelatkirin de ji fermandarên YPJ’ê Nesrîn Ebdullah û hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demirtaş jî hene.
Li Silêmaniyê merasîma salane ya dabeşkirina xelatên nivîskar û siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ehmed hat lidarxistin. Di merasîmê de 8 xelat hatin dayîn.
Di destpêka merasîmê de rêvebera Polîtboruya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm Ehmed axivî. Şanaz Îbrahîm got, “Di vê rewşa dijwar de em bi hesret mamoste Îbrahîm Ehmed û hevrêyên wî bi bîr tînin ku demekê ew pêşengên tevgera siyasî ya li dijî neheqî û dagirkeriyê bûn. Îro jî heman hawar û nerazîbûn li dijî neheqî û bêdadiya hikûmeta herêmê heye.”
Piştî axaftinan xelat hatin dayîn.
Siyasetvan û hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demirtaş û yek ji fermandarên YPJ’ê Nesrîn Ebdullah jî xelat wergirtin.
Xelata Nesrîn Ebdullah ji aliyê nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyê ya Başûrê Kurdistanê Evîn Siwêd ve hat wergirtin.
Her wiha xelata Selahettîn Demirtaş ji aliyê Şanaz Îbrahîm ve hat dayîn, li ser navê Demirtaş xelat ji aliyê parlementerên HDP’ê Feleknas Uca û Sezaî Temellî ve hat wergirtin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ