Wutuwêjî çapemenî û radyo têlêvîzyonî Kuruş Laşayî

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 21 Çile 2023 - 01:54

Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (158)

hsghazi@gmail.com

 

Peyamî yekêk le rêberanî konfêdrasyon [î cîhanî qutabiyan û xwêndkaranî Iranî] bo endamekanî

Keyhanî Hewayî, Şeme 9-î Befranbarî 1351-î hetawî / beranber be 30 –î Decemberî 1972, jimare 8842.

Kuruş Laşayî yekêk le rêberanî sazmanî Inqîlabî ke be rêgay destupêwendî xoyewe le konfêdrasyon da komele û rêkixrawekanî ser bew rêkxistiney rêberî û kontirol dekird, le wutwêjêkî radyo têlêvîzyonî da hêndêk babetî dirkand. Bangewazî min bo êwe xwêndkaranî Iranî eweye ke demêk rabimênin. Le ber ewey ke êwe cewananî Iranî ke le konfêdrasyon da le dewrî yek ko bûnetewe, afrênerane û erênî bo berewpêşbirdinî komel û berjewendî neteweyî le pênaw dijayetî  rêjîm û dewlet û her weha (çend wuşe nexwêndirawe) menfî karî gelaley xulqênerane bo berewpêşbirdinî memleket û berjewendî mîlet pêşkêş biken:

 

Peyamî yekêk le rêberanî konfêdrasyon bo endamekanî ew destgaye

Duwa nîweroy dwênê  le studyoy têlêvîzyonî mîlî Iran danîştinêkî wutwêjî çapemenî û radyo têlêvîzyonî pêk hat û lew danîştine da axay Dr. Kuruş Laşayî çalakîye siyasîyekanî xoy bo nwêneranî amraze rageyênere giştîyekan şî kirdewe. Ew wutwêje bew şêweye destî pêkird. 

Bêjer: Bîseran û bîneranî xoşewîstî radyo têlêvîzonî mîlî Iran, bernameyekman heye ke têyda axay Dr. Kuruş Laşayî ke hevde sal lemew pêş bo dirêjedan be xwêndin çûwe Alman û le buwarî pizişkî da xwêndinî tewaw kirdûwe û le heman kat da le çalakîye siyasîyekanî derewey wulat da beşdarî kirdûwe û ewaneman bo şî dekatewe. Fermû axay Laşayî

Laşayî: Qerzêkim be mileweye û demewê ew qerze bidemewe be yaran û dostanim, be hawsengeranî pêşûm, be hemû ew kesaney ke emin denasin yan her çonêk bê hengawyan nawete rêgayek ke emin pêy da tê perîwim [delêm] mîwey temenî sedan cewan û binemalekanyan, bigre mîwey zehmetî mîletêkî şerîf û zehmetkêş lewaneye her demêk be ba da biçê. Nek heder bê belkû be pêçewaney berjewendî ew xelke û xoyan be kar bihêndirê. Lêre da cêy bêdengî nîye û be qisey Brecht bêdengî wek cînayetêk waye. Ew katey ke însan heqîqetêk dedozêtewe erkî însanî û mîlî ew hukim deka ke basî ew heqîqete bika. Mêjû zor piyawî aza webîr dênêtewe le katî sextî tengane da twanayî rûberû bûnewe û bergirî le heqîqetyan hebûwe, belam zor kesîş hen le ber neşkanî ezî rabirdûy xoyan, leber parastinî ruwalet û bo ewey pêkêşî biken ke qet nadurust bîryan nekirdûwetewe be salanî dirêj dejîn demrin û basî heqîqet naken. Bihêlin ba le rêzî ew gurûpey duwem da nebim. Wez'î min wek rêbwarêke ke rêgayekî dirêjî pêwawe, le hêndêk berhelistan tê perîwe yan dûrî kirdûnetewe belam duwacar dirêjayî rêga û hewildanî bê fayîde way lê kirdûwe le ciyatî royiştin demêk rabimênê û lewe têgeyişt be xorayî bew laye da hatûwe, be fîro rencî kêşawe û rêga be layekî dîke daye. Aya nabê ewe legel ewaney be duwa da dên û lewaneye ew rêgaye helbijêrin bihênête gorê û wişyaryan katewe? Ewe ew qerzeye be estoy mineweye u emin demewê ew qerze bidemewe.

 

Min kêm?

Min kêm? Emin le binemaleyekî mamnawincî da çawim be dinya pişkût. Zor zû çûme mekteb û şagirdêkî baş bûm. Le şaristanekan dersim xwênd û duwayîn salekanî debîristanim (xwêndingey amadeyî) le Taran tê perand. Mindalêkî hestyar bûm û hestî zor tundî neteweyîm hebû, le temenî 13-14 salî da berew mesele komelayetîyekan rakêşram ew demî Iran le germey xebat da bû le ser meseley newit. Hal û heway ew demî minî tewaw berew meseley siyasî bird û be helpewe destim kird be xwêndnewey kitêb û rojname siyasîyekan. Ew demî barudoxî Iran zor aloz bû. Bêganan xerîkî ajawe û lawazkirdinî serbexoyî siyasî Iran bûn. Le keşuhewayekî awa da le yekêk le hîzbe neteweyiyekanda destim kird be çalakî. Diyare zor cewan bûm û serukarêkî ewtom legel mentîq nebû û ezmûnî le mihek danî meselekanîşim nebû. Debê çi bikrê nem dezanî.

 

Sefer bo derewey wulat

Belam bar û doxî şipirzey ew rojgare şwênî qûlî le min kirdbû. Le salî 1336 [1957î zayînî] xwêndinî nawendîm tewaw kird û çûme henderan. Çend salî hewelî xerîkî ders xwêndin bûm û ewem le ber çaw bû ke be geranewe bo Iran wek pizişkêk detuwanim hêndêk xizmet be xelik bikem. Belam le mutalay mesele komelayetîyekanîş xafil nebûm û hewlim deda bizanim ke hoy wedwakewtûyê komelî ême çîye? Sereta komelî Urûpayî serincî minî rakêşa, nîzamî Almanî û şêwey karî zanistîyan, ke tenanet tenê le rûy sîstimatîk bûnyewe cuwane û pêşweçûnî xêray ewan le duway şer zor tund tesîrî tê kird bûm. Belam wirde wirde hêndêk nakokîş weberçaw dehat ke azarî dedam. Le hemûyan ziyatir ew sûkayetîyey bû ke ewan be anqeste yan le rûy nezanîyewe le ast takuteray netewekanî Asyayî û Efrîqayî deyan kird. Wirde wirde tûreyiyek le min da wecoş hat. Îdî le ast ew axa xo lekin zil û paredarane hestî bêzarîm dekird. Debû biçîne pêşê, debû bewane biselmênîn ke kemtir le hîç kes nîn. Ême zor şitman dawe be dinya, belam ew Urûpayiye xo lekin zilane pêyan waye ke cîhanyan kirîwe. Be dewlemetir bûnî Almanîyekan û le cêda Urûpa, wirde wirde kemukûrîyekan û bin bestekanî komelî rojawayîm bo rûn debûwewe. Neydetuwanî ewey ke min demewê bim datê u yan rêga çareyek bo komelêk ke min lêwey dehatim pêşkêş bika. Lew lawe rêga nebû.

Dirêjey heye ...

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.