- Frederic Marthieu di rûniştina parlamenê ya pêr de ji serokwezîra Fransayê Elisabeth Borne û ji wezîrê karê hundir Gerald Darmanin bi pêşniyazpirsekê, xwest agahiyan li ser komkujiya Parîsê ya duyem bide.
Parlamenterê Tevgera Fransaya Serî Natewîne (LFI NUPES) Frederic Marthieu di rûniştina parlamenê ya pêr (10´ê Çile) de ji serokwezîra Fransayê Elisabeth Borne û ji wezîrê karê hundir Gerald Darmanin bi pêşniyazpirsekê, xwest agahiyan li ser komkujiya Parîsê ya duyem (23´yê Kanûna 2022´yan) bide. Wî di pêşniyazpirsa xwe de got, “Hema piştî êrişê teza, ev êriş êrişeke nijadperest a nexweşekî ye, hate çêkirin. Ji kengî ve nijadperestî weke nexweşî tê terîfkirin. Vê êrişê di cih de êrişa 2013´an bi bîra me xist.”
Wî paşê bal bire ser xisûsên dişibin hev yên her du komkujiyan û got, “Roja ku êriş pêk hat, civînek dihat plankirin li wî cihî û gelek kurd wê beşdar bibûna. Ev civîn paşê hatibû betalkirin. Eynî weke êrişa 2013´an, ev êrişkar jî îzole ye. Di serê êrişkarê 2013´an de tumor heye. Qatilê 2022´yan dixwaze xwe bikuje. Em hemû dizanin ku qatilê komkujer endamê MÎT´a Tirk e. Rola istîxbarata Tirk di dosyaya komkujiyê de cihê xwe girtiye.
Tavilê biryara sirra dewletê rakin. Bila malbatên kesên bi komkujiyê hatin qetilkirin, weke zimên mexdûrên 2013´an bi salan li benda edaletê nemînin. Ji ber wê yekê lazim e mirov rast bi vê dozê dakeve. Beriya her tiştî Kurdên li Fransayê û cihên ku ew lê dicivin biparêzin!”
Belge ji dadgerê dozê xef kirine
Wezîrê karê hundir ê Fransayê Gerald Darmanin, ê ku piştî êrişê gotibû, ew li cem gelê Kurd in, bi hêrs bersiva pirsê da: “Parlamenterê hêja, pêşniyazpirsa te ecêb e. Ka ev doz bi kîjan terîfan wê bibe û diyarkirina dadger jî karê dadgeriyê ye. Dozgerê dozê vê diyar dike. Dozger biryarê dide ka ev êrişeke terorîst e yan êrişeke din e. Ev ne karê wezaretê ye.”
Wezîr Darmanin gava bersiv da ji bîr kiribû ku dadgerê doza dosyaya 2013´an di nava sê salên bihurî de bi dehan caran ji yekîneyên îstîxbaratê yên ser bi wezaretê xwest ku belgeyên di destê xwe de bidinê, lê wan ti bersiv nedaye dadger. Wan doza dadger bi hinceta “sirra dewletê” red kiribû.
Piştî bersiva wezîr, parlamenter Frederic Mathieu ji nû ve peyivî û got, “12´ê Çile em tevî CDK-F*yê konferansekê li dar dixin, pêşniyaza min e li te, tevlî vê konferansê bibe û bibînin ka têkoşîna ji bo rakirina biryara veşartîbûnê yeke çawa ye.” PARÎS