Wezîr bû kizîr û îstîfa kir

Pêncşem 26 Gulan 2022 - 21:39

  • Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Hikûmeta Hewlêrê Dr. Kemal Etrûşî yê ku gotibû, ew ê lîtreya benzînê bike 650 dînar û neftê bide her malê, dest ji kar berda.

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Hikûmeta Hewlêrê Dr. Kemal Etrûşî yê ku gotibû, ew ê lîtreya benzînê bike 650 dînar û neftê bide her malê, dest ji kar berda. Serokwezîrê heman hilûmetê Mesrûr Barzanî îstifaya wî erê kir.

Ofîsa Mesrûr Barzanî ragihand ku Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Dr. Kemal Etruşî ji ber rewşa tenduristiyê çend caran destûr ji bo dermanbûnê wergirtiye, û ew divê careke din li derveyî Kurdistanê derman bibe: “ji ber vê yekê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Dr. Kemal Etruşî bi xwe îstifa xwe pêşkêşî Serokwezîr kir. Serokwezîr îstîfaya wî erê kir.”

Li gorî daxuyaniyê, Wezîrê Ceyranê Kemal Mihemed Salih wê bi wekalet wezareta çavkaniyên xwezayî bi rê ve bibe.

Dr. Kemal Etrûşî di kabîneya 9’an a hikûmeta Hewlêrê de bû û îdîa dikir ku ew ê kesa/ê ku gendeliyê bike, parçe bike.

Rojnamevan, lêkoler û analîst Kemal Çomanî ji bo îstîfayê û daxuyaniya ofîsa Mesrûr Barzanî got, “Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îstîfa kir, lê ne ji ber nexweşiyê, çawa ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî îdîa dike, wî îstîfa kir ji ber ku ew ne razî bû ka wezaret çawa bi destê zilamên xwe Mesrûr tê kontrol kirin û ji ber ku ti hêza bi rastî ya wezîr nebû.”

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.