Wexta tifaqa Kurdan e

Duşem 1 Mijdar 2021 - 23:16

  • Li bajarê Elmanyayê Kolnê, zana û alimên dînî yên Kurdistanî civiyan û li dijî bikaranîna sîlehên kîmyewî nerazîbûn nîşan da û bang li raya giştî ya cîhanê û Kurdistanê kir da ku li ber vê rabe.    

Li bajarê Elmanyayê Kolnê, zana û alimên dînî yên Kurdistanî civiyan û li dijî bikaranîna sîlehên kîmyewî nerazîbûn nîşan da û bang li raya giştî ya cîhanê û Kurdistanê kir da ku li ber vê rabe.    

Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) bi ser navê “Mele û alimên Kurd ên li hicretê” konferansek li Kolnê li dar xist. Qederê 100 mele û alim beşdarî konferansê bûn. 

Serokê CÎK´ê Hafız Ahmet Turhalli, axaftina destpêkê ya konferansê kir û nimêja nîvrojî wê da kirin. Neviyên Şêx Seîdî, Şêx Hesen jî beşdarî konferansê bû û li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk peyivî: “Heger Kurdistan îro dagirkirî ye, ev sûcê me ye jî. Erka me ye ku em yekîtiya miletê xwe bibin serî.” 

Di axaftinan de hat gotin dewleta Tirk bêserêûber li Başûrê Kurdistanê sîlehên kîmyewî bi kar tîne, li Efrînê misêwa sûcan li dijî mirovahiyê dike û alimên Kurd imam û zilamên diyaneta Tirk ên ku van sûcan rewa nîşan didin jî rûreş kirin.

Êdî destekê nedin dewleta Tirk

Di danezana encamê ya konferansê de jî hat gotin, “Sîlehên kîmyewî yên qedexekirî berê li Helebce û niha jî li çiyayên pîroz ên Kurdistanê li dijî zarokên me tên bikaranîn. Dawî li durûtiyê bînin, êdî destekê nedin komara Tirk”. CÎK´ê bi vê daxuyaniyê bang li DYE û hezên navneteweyî kir.

Alim û seydayên Kurd bang li xelkê kir da ku beşdarî kampanyaya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan jî bibin: “Birêz Ocalan wê aramiyê bîne Kurdistan û Rojhilata Navîn.“ 

Seydayan banga yekîtiya neteweyî jî li aliyên siyasî yên Kurd kir û got, “Niha wext e ku alimên Kurd tifaqê bikin. Serê pêşî ji bo Misilmanên kurd wextê tifaqê ye, lê wextê tifaq û yekîtiya bi tevahiya mezheb, terîqet, cemaetan re ye.“ 

CÎK´ê her wiha bang li Misilmanên Ereb, Fars û Tirk kir: “Ji vê zilmê re ku li me tê kirin, bibêjin êdî bes e! Xwedî li wezîfeyên biratiya dînî derkevin! Yan na, roja mehşerê hûn ê jî bibin şirîkê vê zilmê. Guh bidin birayên xwe yên Kurd”.

KOLN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.