‘Wext sekiniye û gerdûn jî berovajî bûye!’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 28 Kanûn 2021 - 22:09

  • Hunermend Thierry Mandon, karên rojene bi awayekî bi tehlûke dike. Ji bo performansên xwe pêşkeşî xelkê bike, ew tiştên balkêş û bi tehlûke diceribîne.

Hunermend Thierry Mandon, karên rojene bi awayekî bi tehlûke dike. Ji bo performansên xwe pêşkeşî xelkê bike, ew tiştên balkêş û bi tehlûke diceribîne. Li ser dîwarekî ku ji erdê bilind e û pirr bi tehlûke xuya dike, di nav cihan de xwe dirêj dike, yan li ser maseyê rûdinê û pirtûkê dixwîne. Ji hêlekê ve ev performansên wî pirr bala mirovan dikişînin, lê ji hêleke din ve jî bi xelkê re tirsê çêdikin. Mandon, bi van performansên xwe yên bi tehlûke balê dibe ser jiyana monoton û bi van çalakiyên xwe dixwaze çend kêliyan kela canê mirovan rake. 

Mondon performansên xwe wiha bi mane dike: “Ev çalakiyên min nîşan didin û dibêjin, wext sekiniye û gerdûn berovajî bûye. Di dema çalakiyan de kesên ku di rê re derbas bûn û halê min dîtin, nizanibûn ev ji dil e, yan îllûzyon e. Pirr matmayî man. Vê matmayîbûnê kir ku temaşevan li ser performansa min a hunerî bifikirin û li hin tiştan bikolin.”

Performansên Mondon ji dil jî ziravê mirov diqetînin, lê ew bi van performansên xwe dixwaze mirov li ser jiyana rûtîn bifikirin û ji tiştên ji rêzê, dûr bikevin. Ev performansên Mondon, bi qasî ku mirovî ditirsînin, ewqasî jî ecêbmayî dihêlin. Lê wî hin tişt dane ber çavên xwe û performansên bi tehlûke diceribîne. Mondon piştî performansên xwe vîdeoyên wan jî belav dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.