Werin li Birca Belek hînî Kurdî bibin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 10 Mijdar 2022 - 03:16

SEMA CAGLAK/JINNEWS/ŞIRNEX

 

Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, ji bo serdema nû ya perwerdehiya zimanê Kurdî, qeydiyên xwe dan destpêkirin. Rêvebera Komeleyê Fatma Gîzleyîcî got, parastina zimanê Kurdî berpirsyariya li ser milê Kurdan hemûyan e.

Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek sala 2018’an bi armanca hînkirina zimanê Kurdî û bipêşxistina çand û hunerê Kurdî li navçeya Cizîrê ya ser bi Şirnexê hate damêzrandin. Komele ji wê rojê ve xebatên xwe yên ji bo çand û ziman dewam dike. Komele, ji bo serdema nû ya perwerdehiyê dest bi qeydan kir. Perwerdehî dê bi Kurmancî be û ji her temenî xelk dikare xwe qeyd bike. Têkîldarî mijarê rêveber û mamosteya zimanê Kurdî ya komeleyê Fatma Gîzleyîcî axivî.

 

Dê bi kursan ziman biparêzin

Fatma Gîzleyîciyê got, ew ê hewl bidin li Botanê pêşiyê li polîtîkayên bişavtinê bigirin: “Me beriya mehekê kongreya xwe ya asayî li dar xist. Di vê çarçoveyê de em ê xebatên cûr bi cûr bimeşînin. Bi salan e zimanê me qedexe ye û ji bo ku em bi zimanê xwe neaxivin ji hêla dewletê ve polîtîkayên xerab tên meşandin. Armanca komeleya me jî parastina ziman e. Kesên ku werin komeleyê û qeydên xwe çêkin em ê hem di warê hînkirina çanda Kurdî û hem jî di warê zimanê Kurdî de bi wan re bibin alîkar. Civak bi xebatên wiha dikare li ser piyan bimîne.”

 

Li benda xelkê Cizîrê ne 

Fatma, di dawiya axaftina xwe de ji bo qeydên perwerdehiya zimanê Kurdî wiha bang li xelkê kir: “Em dixwazin gelê Botanê û bi taybetî jî şêniyên Cizîrê bên ji bo perwerdehiya ziman qeydên xwe çêkin û di warê parastina zimanê xwe de erka xwe bi cih bînin.  Em ê di serî de perwerdehiyê bidin zarok û ciwanan, û her wiha bidin her kesê ku bixwaze hînî ziman û çanda Kurdî bibe. Em wek komele amade ne xwe bidin ber berpirsyariya xwe ya di vî warî de.  Perwerdehiya me ji asta destpêkê ya yekemîn, dûyemîn, sêyemîn dewam dike û bi asta mamostetiyê bi dawî dibe. Her pol ji 20 kesan pêk tê. Gava di her lîsteya polekê de 20 kes bi cîh bûn, perwerdehî wê dest pê bike. Em li benda we ne.”  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.