Wêrek be û hevalekê bi xwe re bîne

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 23 Çile 2024 - 04:25

“Wêrek be û hevalekê bi xwe re bîne” navê berhemeke hunermenda seramîkê û peykersaz Elissa Farrow-Savos e. Ew ji hunermendên hevçax ên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ye. Ew li eyaleta Virginia dimîne û berhemên wê li Gallery C ne ji sala 2014´an ve. Ew kîlê hinekî dipije, paşê bi rengên rûnî wan dixemilîne. Ew dibêje, “Her berhema ez çêdikim, li ser çîrokbêjiyê ye. Her yek ji wan gotina serpêhatiya hin jinan li hin deran, û ya her jinê li her derê ye.

Jinên [di berhemên] min de heman in, ew birînên xwe nîşan didin û bi wan serfiraz in, lewma tevî her tiştî, heger bi kêra tiştekî din jî neyên, ew serpêhatiyên baş in.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.