Gina Birch yek ji hunermendên hevçax ên ji Ingilistanê ye. Ew hem stranbêj û ji damezrênerên koma muzîkê ya femînîst a post-punk The Raincoasts e û hem jî wênesazeke di ser xwe re ye. Di berhemên wê de mijara têkoşîna jinê û rûtîna jiyana jinê li pêş in. Ew ji penaberan heta bi jinên malan bi her mijarê dadikeve. Berhema wê ya bi navê 'Knitting waiting for soundcheck (Hûnandina gava li benda Soundchekê)' yek ji otoportreyên wê ye. Soul Fire (Agirê ruhî) jî ji berhemên wê yên li ser têkoşîna azadiyê ya femînîst e.
NAVENDA NÛÇEYAN