Wênegira aşiqê heyvê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 20 Kanûn 2021 - 22:24

  • Wênegir Derya Kawa Mîrza aşiqê heyvê ye. Ew carinan wêneyên heyvê yên ku di nava ewran de xwe dide der weke “deriyê beheştê” bi nav dike.

Wênegir Derya Kawa Mîrza aşiqê heyvê ye. Ew carinan wêneyên heyvê yên ku di nava ewran de xwe dide der weke “deriyê beheştê” bi nav dike. Lê wêneyên wî yên heyvê gelekî serketî ne. Ew çendê ku mirov dikare yek bi yek kraterên heyvê ji hev derxe. Ew rengan jî li gorî çaxê heyvê xweşik di wêneyên xwe de zeft dike. Ew demeke dirêj miamele bi wêneyan dike û bi wêneyên 400 RAW re dike zik hev. Derya Kawa Mîrza wênegireke Canon EOS 1200D û teleskopa Celestron NexStar 8SE bi kar tîne. Axir wêneyên wî yên heyvê eşqa wî ya ji heyvê re didin der. Helbet ji ber ku carinan em çiyayên Kurdistanê jî di wêneyan de dibînin, dilê me li wê heyvê bêhtir dibane. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.