- Mesret Can: Ev hunerê hanê tenê ne ji bo debarê ye, her wiha dike ku xelk rêzê nîşanî min bidin. Lê ya ji wê girîngtir, ev huner di heman demê de çavkaniya ruhê min e. Cihê ku lê dixebitim, weke ku peresgeha min be û karê dikim jî weke diayekê ye.
ARDÎN DÎREN
Mesret Can (Masrat Jan) jineke bi hêvî, afirîner û sinehetkar e. Wê 47 sal kirine û niha li Keşmîrê dijî. Herêma Keşmîrê di navbera Hindistan, Pakistan û Çînê de dimîne. Keşmîr herî zêde bi xalîçe û mehfûrên xwe tê naskirin. Lê hunerekî din jî heye ku pirr navdar e û niha ev huner jî weke gelek hunerên destan lawaz bûye û ber bi mirinê ve diçe. Lê jinên weke Mesret Can vî hunerî bi baweriyeke xurt didomînin û nahêlin ku bimire. Ez behsa hunerê destan yê ji “hevîrê kaxizî” dikim.
Fransiyan ji bo vî hunerî navê “Papier-mâché” peyda kir, yanî “kaxiza cûtî”. Mesret Can tevî heval û malbata xwe vî hunerî vedijîne ku dîroka wê gelek kevnar e li Keşmîrê.
Bi vî hunerî gelek tişt tên çêkirin, a rast ev huner weke xemilandina tiştan jî dikare were binavkirin. Ji ber ku ji hêkên paskalya heta bi guldank, fincan û gelek amûrên nav malê ên din jî ev huner tê bikaranîn. Du pêvajoyên sereke yên vî hunerî hene. Pêvajoya destpêkê weke “Sakhtsazî” tê binavkirin û ya dawiyê jî “Naqashî” (uanî neqaşî) ye. Destpêkê pûşê birinc, sifr û sûlfat tevlîhev dikin û ji vî hevîrî, tiştên dixwazin disêwirînin. Yanî ew amûrên dixwazin bi vî awayî hazir dikin û paşê jî destbi neqişandinê dikin. Di vê pêvajoyê de jî, ew wan tiştên çêkirine, boyax dikin, tenê ne carekê, ew wan çend caran boyax dikin heta ku hişk dibe. Nexasim jî boyax û rengên organîk bi kar tînin û her tişt bi destan tê çêkirin. Ji lewma karekî zehmet e û gelek wext lê diçe. Sebr û sebateke mezin divê ji bo vî karî û her wiha dîqeteke mezin jî.
Weke dia û nimêja li perestgehê
Mesret Can ji kalikê xwe hînî vî hunerî bûye. Dema ew piçûk bûye tevî diya xwe û birayên xwe çûye bajarê Srinagar ê ku kalikê wê lêbûye. Ew hingê li kargeha kalikê xwe bi rengan lîstiye û ji van rengan pirr hez kiriye. Kargeheke kalikê wê hebû û li gel wî gelek kes dixebitîn da ku vî hunerê destan bikin. Mesret Can jî piştî 20 salên xwe temam kirin, bi aweyekî profesyonel dest bi vî karî kir. Niha jî li mala xwe ya ku ew jê re dibêje, “Ev der perestgeha me ye” tevî hevjîn û hevalê xwe vî hunerî didomîne û gelek berhemên xweşik çêdike. Mesret Can maneya vî hunerî ji bo xwe wiha rave dike, “Ev hunerê hanê tenê ne ji bo debarê ye, her wiha dike ku xelk rêz û hurmetê nîşanî min bidin. Lê ya jo wê girîngtir, ev huner di heman demê de çavkaniya ruhê min e. Cihê ku lê dixebitim weke ku peresgeha min be û karê dikim jî weke dia û nimêjê ye.”
‘Îro kes guh nade vî hunerî’
Hevjînê Mesret Canê, Meqbûl Can (Maqbool Jan) e. Wî jî sala 2008’an ji UNESCO’yê “Xelata Mohra Bêhempatiyê” wergirtiye û di vî hunerî de kesekî şareza ye. Hoseteyekî baş e û tevî Mesret Canê heta niha 50 şagirt hînî vî karî kirine.
Lê ji bo dewama vî karî, her du jî bi fikar in û siberoja vî hunerî baş nabînin. Ji bo vê yekê, Meqbûl Can dibêje, “Berê li bajarê Srinagar hema bêje her kes bi karî re mijûl bû, lê îro kes guh nade vî karî û naxwaze pê re mijûl bibe.” Meqbûl û Mesret Can sedema vê yekê bi hikûmeta Keşmîrê re girê didin û dibêjin, ew alîkariyê nadin kesên ku bi vî hunerî re mijûl in. Her wiha ji bo vî hunerî biparêzin jî ti xebateke wan tine ye. Mesret Can vê rewşê wiha tîne ziman, “Êm her tiştî ji hevîrê kaxizî çêdikin, em di vî karî de gelek serketî ne jî, lê zarokên me xwe nêzî vî karî nakin û naxwazin hîn bibin. Her wiha dewlet jî piştgiriyê nade dikandaran û wek tiştekî bê qîmet dibînin.”
Mîr Seyid Elî Hemdanî
Li gorî dîrokzanan, melikê Keşmîrê, Siltan Zeynel Abidîn ev hunerê destan yê kevnar ji Îranê biriye Keşmîrê. Lê hin dîrokzan jî ji bo vî hunerî, navê Mîr Seyid Elî Hemdanî hil didin û dibêjin, ev huner sala 1372’yan bi riya wî hatiye Keşmîrê.
Mîr Seyid Elî Hemdanî kesekî ehlê tesewufê bûye û tevî sedan şagirtên xwe, li dol û newalên Keşmîrê li ser vî hunerî hûr bûye û kiriye ku ev huner belav bibe. Hemedanî her wiha yek ji pêşengên ola Îslamê ye ku civakên herêmê li dora xwe kom kirine. Mesret Can wisa texmîn dike ku kalikê wê jî ev huner ji şagirtên Hemdanî hîn bûye û li cem xwe gelek şagirt gihandine.
* Wêne jî agahiyên nûçeyê jî ji ArtNewsê hatine girtin. Saqib Mugloo nûçeya çavkanî ama kiriye û Shefali Rafiq wêne girtine.