Wêjevan li Tebqayê dicivin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 9 Îlon 2024 - 00:20

Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Tebqayê amadekariyên Hevdîtina Wêjevanan a 7’an dike. Hevdîtin dê 10’ê Îlonê dest pê bike û 3 rojan dewam bike. Hevdîtin dê li Navenda Çand û Hunerê ya Şehîd Musena Ebdulkerîm a li Tebqayê li dar bikeve û dê zêdetirî 40 wêjevanên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bibin.

Têkildarî bernameya hevdîtinê hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Tebqayê Elî El Elaya diyar kir ku bername dê sibeh û êvaran hebin û ev agahî dan: "Di hevdîtina 3 rojan de dê şevbihêrkên helbest û çîrokan ên bi kurdî û erebî li dar bikevin, dê çalakiyên hunerî hebin, her wiha dê panel li ser pirsgirêkên çand û hunerê yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar bikevin. Dê malbata wêjevan Fewziye El Mirî ya ku 18’ê Adara îsal wefat kiribû, were xelatkirin."

ANHA/TEBQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.