Wêje, hizir, hebûn û berxwedan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 31 Tebax 2021 - 04:28

Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê, konferansa xwe ya yekê bi dirûşma "Wêje, hizir, hebûn û berxwedan" û "Wêje kaniya derbirrîn û afirandina civakê ye" li hola Efrînê ya bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist. 

Nivîskar û Rewşenbîrên beşdarê konferansa yekê ya Komîteya Wêjeyê gotin, "Ji rewşenbîr û nivîskarên Rojava tê xwestin ku xwedî li şoreşa xwe derkevin, bi pênûs û lênûsa xwe li gorî wijdanê xwe rastiya heyî xêz bikin."

Di konferansê de 100 delegeyên ku ji rewşenbîr û nivîskaran pêk dihatin, amade bûn. Girêdayî konferansê nivîskar û rewşenbîran nêrînên xwe parve kirin. 
 
Em dixwazin bibin sîwanek

Endama komîteya amadekar a Konferansê Narîman Evdikê konferansa yekemîn a Komîteya Wêjeyê wiha nirxand, "Ev cara yekem e ku komîteya Wêjeyê konferansa xwe li dar dixe. Komîteya Wêjeyê ji sala 2016'an ve hatiye avakirin. Me nêzî 3 mehan amadekariya konferansa xwe kir. Armanca me ew e ku em bibin sîwanek ji hemû kar û xebatên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re. Di heman demê de em dixwazin kar û xebatên xwe firehtir bikin. Delegeyên me ji tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn. Her wiha em ê kêfxweş bibin bi nêrînên wan ku em hemû karibin bi yek dest karê wêjeyê bi pêş bixin û girêdanek di navbera wan de çêkin. Bi riya konfransên bi vî rengî, kar dewlementir dibe, firehtir dibe û bajarên nû tevli dibin. Karê me çapkirina pirtûkan bû, lê êdî tenê çapkirin ne bes e ji ber ku wêje pirr dewlemend û berfireh e."
 
Bersiva êrişên dewleta Tirk e 

Endama Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm jî konferans wiha nirxand: "Komîteya Wêjeyê piştî 6 salan bi vê konferansê kar û xebatên xwe dinirxîne. Bi vê konferansê kurtî û kêmasî tên nirxandin û dema pêş wê komîteya wêjeyê çi bike, tên nirxandin. Niha dewleta Tirk bi awayekî hovane êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike her wiha gelê me koçber dibe di vê rewşa wiha de konferanseke wiha gaveke pirr pîroz e û bersiva êrişên dewleta Tirk e. Me bi vê konferansê bal bire ser rola nivîskar û rewşenbîran ka çawa bi rola xwe di vê şoreşê de rabin. Armanca nivîskar û rewşenbîran jî ew e ku gavên serketî di vê şoreşê de biavêjin. Piştî nîqaşan rêzîknameya bê diyarkirin, wê bibe esasê komîteya wêjeyê.”

JINHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.