Wefatî ‘Eta Keşkolî le dêyekî nizîk Seqiz

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 26 Mijdar 2021 - 23:02

  • Têkhelçûnî nîzamî lehember sipay pasdaran û hêzekanî erteşî Cumhûrî Îslamî çon bû?

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan(104)

Beşêk le hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Muhsîn Rîzwanî, Awirêk le bizûtnewey çepî  Iran le nawewe, Hemîd  Şewket, Çapî yekem: 1384 / 2005  zayînî
Bilaw kerewe: Murtezewî

Şewket: Têkhelçûnî nîzamî lehember sipay pasdaran û hêzekanî erteşî Cumhûrî Îslamî çon bû?
Rîzwanî: Grûpî ême le zor 'emelîyatî nîzamî da beşdarî hebû ke yekyan nebê Îrec le giftugokanî legel to basî kirdûn û emin dûpatey nakemewe. Le yekêk le paşekşekanda, çendîn roj be rêwe bûyn û xalbe bo ewey gemaro nedrêyn be roj le naw reweze berdan yan le malî ladêyiyan xoman deşardewe û be şew werê dekewtîn. Carêk legel çend hawrêy dîke memûrîyetim hebû bo hênanî ew hawrêyaney le Taranewe dehatin biçme dewr û berî Seqiz. Dway çendîn şew û roj rêpêwan geyiştîne nizîk dêyek ke pêşmergekanî Hîzbî Dêmokratî Kurdistan ewêyan be cê dehêşt. Katêk wez'î ewêm pirsî wek xeberyan le hîç kwê nebê gutyan hêmine û detuwanîn ta beyanî lewê bimênînewe. Se'at nizîkey yekî nîweşew bû ke çûyne naw dêyeke û destbecê çûyne mizgewt bo ewey lewê roj bikeynewe. Hêndêk le hawrêyan çûn birêk hêzîngyan peyda kird û dest becê agrêkman kirdewe hêşta agreke gerim nebibû ke hêndêk le ême le ber fil bûn û mandûyî zor xewyan lê kewit û emin taze xerîk bûm potînekanim dakenim ke kurdêk legel mindalêk hate naw mizgewteke . Ew piyawe be dîtnî ême detgut wuşk helatûwe û gutî: "Ewe lêre çi deken?" Pasdaran hemû dêyekeyan gemaro dawe û hêndêkyan le male ladêyiyekan damezrawin. Lecêda çon tuwanîtan bê ewey ewan hest biken bêne naw dê? Zû kûreke bikûjênnewe û we şaxî kewn ke eger bexittan hebê be saxî rizgartan debê. Ewey gut û destbecê mizgewtekey be cê hêşt.

Şewket: Çitan kird?
Rîzwanî: Hêndêk le hawrêyan ewende mandû bûn her neyandewîst le cêy xoyan bibzûn, belam hîç çareman nebû, gurc xoman ko kirdewe û be nawerast dêyeke da berew şax çûyn. Le şax weserkewtin yek dû se'atî bird û le bed bextîyan emin ber bûmewe û şanim le cê çû, belam her çonêk bû be kole piştî û tifeng û şanî le cê çû, be yarmetî duktur Aram xom geyande dundî kêweke. 

Bere berî beyanî bû ke pasdarekan be bûnî êmeyan zanî û destyan kird be rawedûnanî ême û teqeyan lê kirdîn. Her kameman le pişt reweze berdêk damezrayn û be bê ewey wulamî gulekanyan bideynewe û çawerwan lêy danîştîn. Ta ew katey ke ne decûlayn hemû şit aram bû, belam her ke cûlabaynewe teqe destî pê dekirdewe. Pêm waye be tifengî dûrbîndar ke pêyan degut qennase û dekrê le tarîkî şewîş da bekar bihêndirê, êmeyan weber gulan deda. Ew hawrêyaney ke tecrubey nîzamî ziyatiryan hebû, le dengî gulekewe deyanzanî le kam lawe dê û xêra berew arastey pêçewane we cûle dekewtin. Be xoşîyewe hemû şwêneke befir day poşî bû û bo aw le tengane da nebûyn û dway çend se'at tuwanîman bigeyne dundî rêze şaxeke. Lew nêwane da taw helatbû. Hestman kird dû hêlîkoptêrî nîzamî le ser serman degerên. Heta êwareyekî direng le kun û kajêrî reweze berdan da maynewe û le tarîkî şew da be arastey Seqiz rêgaman dagrit. Rizgar bûnman wek percûyek deçû û ew şarezayey ke ta geyiştinman bew dêye legelman bibû, le geranewe da xeberî ew têkhelçûne nîzamîyey da bû be Hîzbî Dêmokrat. Hîzbî Dêmokrat be bîstinî ew xebere meclîsî pirsey bo danayn û serexoşî kird le Hîzbî Rencberan. Renge pasdarekanîş be bilaw bûnewey ew xeberey ke kûjrawîn dengoy mergî êmeyan gewre kirdbêtewe. Ewanîş pêyan wa nebû sax derçuyn. Dway çend roj, legel ew hawrêyaney ke le Taranewe hatbûn geyiştîne meqerî hîzb, kes  bawerî nedekird zîndûyn.

Şewket: Lew sefere da deçûn bo memûrîyetêkî taybetî?
Rîzwanî: Çend nefer le hawrêyanî ême le Taranewe hatbûne Sine û lewêwe xoyan geyandbûwe meqerî Hîzbî dêmokrat le nizîk Seqiz. Ême ke le çawerwanî ewanda rojman debjard, le grûpêk da be pîlyanewe çûyn ke ew têkhelçûne hate pêşê û be xo rizgar kirdin lewe çawman be hawrêyanman kewit. Her lewê zanîman ke 'Eta Keşkolî, dostî qedîm û yarî be wefay min le gundî şêxan sektey kirduwe. 'Eta katêk serî nayewe temenî her 50 sal debû. Ew le Çîn û Kûba perwerdey nîzamî dîtbû û le raperînî Başûr û têkhelçûne partîzanîyekanî Kurdistan da bîrewerî dilêrî û azayetîyekanî le bîr nakrê. Le ême be tementir bû. Le Şîraz legel sazmanî cewananî hîzbî tûde kewit û dway kudetay 28-î gelawêj çuwe Utrîş û lewê destî be xwêndin kird. Wefadarîyekî bê wêney hebû û bêdengîyekey le ber dilnizmîyekey ke numûne bû. Ziyatir ehlî kar bû ta têorî û ewey le meydanî neberd hem le Başûr  [bizûtnewey Qeşqayiyekan, H.Q.] û le Kurdistan û hem le bizûtnewey mangî Mey Feranse da selmand.

Webîrm dê dway şorişî Iran neştergerîyekyan bo kird bû û le malî ême kewtibû. Kubra, xuşkî Ferîdey hawserim, agadarî lê dekird. Kubra komonîstêkî be îman û le xo burdû bû. Çi ew salaney ke le Rom bû û çi le geranewe bo Iran da tewawî jiyanî xoy bext kirdbû bo sazman û hîzb. Maweyek le dway mergî 'Eta, hawser û mindale çikolekey hatne Kurdistan û le meqerî hîzbî ême bûn. Ewan le Ingilîstan dejîn.

Dirêjey heye….

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.