Wê NATO aciz kir NATO’yê jî ew aciz kir

Nûçeyên Forum

În 2 Kanûn 2022 - 00:52

  • Piştî ku dewleta Tirk helwêsta xwe ya beramberî endametiya Swêdê û Fînlandiyayê ya NATO'yê neguherand, dengê welatên endamê NATO'yê beramberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê hinekî derket.

REWŞAN DENIZ/FRANKFURT

 

Bêdengiya welatên endamê koalîsyona navneteweyî ya beramberî êrişên Tirkiyeyê yên dagirkeriyê, yên ku ji 19'ê Mijdarê ve li dijî Rojavayê Kurdistanê zêde bûne, demeke dirêj e dihat rexnekirin. Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûşm Ebdî, duşema bihurî di civîneke çapemeniyê ya bi rêya Zoomê de gotibû, heger hêzên garantor û nexasim jî hêzên koalîsyona li dijî DAIŞ'ê ya bi pêşengiya DYE'yê îtîrazeke xurttir neke, ew li bendê ne ku dewleta Tirk êrişeke dagirkeriyê ya berfereh di erdê re li dijî tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bide destpêkirin. Bêdengiyê heta doh jî dewam kir. Li aliyekî ji ber ku QSD'ê dewriyeyên hevpar ên bi hêzên DYE'yê re kêm kirin û li aliyê din jî ji ber ku QSD'ê ji bo amadekariya şerê li dijî dagirkeriya Tirk operasyonên li dijî DAIŞ'ê sekinandin, zextek li ser siyaseta DYE'yê çêbûbû. Herî dawî li gorî hin şiroveyan, ji ber ku dewleta Tirk endamenetiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO'yê asteng dike, endamên NATO'yê jî dengê xwe hinekî li dijî dagirkeriya Tirk kirine. Nexasim di civîna wezîrên karên derve yên welatên endamê NATO’yê ya li Bukreşê de wezîra Elman Baerbockê dengê xwe kir û ev, ji bo NATO û Elmanyayê dengê pêşî yê li dijî dagirkeriya li dijî hiqûqa navneteweyî ya dewleta Tirk.

 

Helwêsta Tirkiyeyê NATO aciz kir   

Pêr li paytexta Romanyayê Bukreşê, wezîrên karên derve yên welatên endamê NATO'yê civiyan. Beriya civînê û di dema civînê de êdî eşkere bûbû ku dewleta Tirk wê daxwaza endametiyê ya Swêd û Fînlandiyayê beriya Hezîrana 2023'yan erê neke. Bi ser de jî, dewleta Tirk weke meseleya hem diz e, hem topiz e, bi ser endamên din ên NATO'yê hildibe. Ew doza bêhtir alîkariyê dike di şerê xwe yê ji bo qirkirina Kurdan de. Lê diyar e ku ji helwêsta dewleta Tirk acizbûyî, wezîra karê derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock (Partiya Keskan) ji wezîrê karê derve yê dewleta Tirk a dagirker Mevlut Çavuşoglu re hişyar kir. Esas em bi tona vê “hişyarkirinê” nizanin, lê li gorî çapemeniya Elman, Annalena Baerbockê Çavuşoglu hişyar kiriye, da ku êrişa xwe ya li dijî “Kurdên bakurê Sûrî û bakurê Iraqê” berfereh neke. Wê bang li Tirkiyeyê kiriye ku “Tedbîrên welê negire yên ku gerîneka şidetê bi pêş bixin, yên weke êrişeke di erdê re li bakurê Sûrî yan jî bakurê Iraqê”. 

 

DYE'yê jî dengê xwe kir

Hema hema hemwext, berdevkê Pentagonê da zanîn ku ew li dijî êrişeke di erdê re ya dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî ne. Doh nava rojê jî hat zanîn ku Wezîrê Bergiriyê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Lloyd J. Austin III çarşemê bi telefonê bi wezîrê şer ê dewleta Tirk Hulusi Akar re peyivî û ji Akar re behsa “muxalefeta xurt a Pentagonê ya li dijî operasyona leşkerî ya Tirk li Sûriyê” kiriye. 

Ev daxuyaniyên Pentagonê û hewldanîn hişyarkirina Enqerê, hîna nû piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) operasyonên xwe yên li dijî DAIŞ'ê sekinandin û dewriyeyên xwe yên bi hêzên DYE'yê re kêm kirin, hatin. Dibe ku daxuyaniya Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî jî di vê biwarê de çêbûbe. 

 

Fransa ne weke carê ye

Di dema êrişên dagirkeriyê yên li dijî Serêkaniyê de Serokkomarê Fransayê Emanuel Macron bi dijwarî dewleta Tirk rûreş kiribû. Lê vê carê heta pêr ti deng jê nehat. Daxuyaniya pêr jî ne ji Macron, lê ji wezîrê wî yê bergiriyê Sebastian Lecornu hat. Wî got, êrişên ku dewleta Tirk a dagirker dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo destketiyên şerê li dijî DAIŞ’ê xetereke cidî çêdike û ji ber wê çeteyên DAIŞ’ê hewl didin birevin.

Wezîrê Parastinê yê Fransayê Sebastian Lecornu piştî hevdîtina bi Wezîrê şer ê Tirk Hûlûsî Akar re ev daxuyaniyek da. Wî şerê çend salên dawî yên li dijî DAIŞ'ê bi bîr xist û got, ji ber êrişên dewleta Tirk, destketiyên vî şerî niha di xeterê de ne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.