Wê li Newrozê xwedî li banga Ocalan derkevin

Pêncşem 13 Adar 2025 - 17:45

  • Aktîvîsta TJA'yê Hulya Alokmen Uyanik, bal kişand ser Newroza ku wê li 89 navendan bi taybetî li Amedê bê pîrozkirin û got: "Di vê Newrozê de em bang li hemû gelê xwe dikin ku xwedî li perspektîf û deklerasyona birêz Ocalan derkevin."

Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongereya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), deklarasyona Newroza 2025'an eşkere kir. Îsal Newroz dê 89 navendê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk / Newroza, ji bo azadiyê civakeke demokratîk" bê pîrozkirin. Li Amedê di 11'ê Adarê de daxuyaniya starta pîrozkirina Newrozê hat dayîn. 

Derbarê pîrozbahiyan de aktîvîsta TJA'yê Hulya Alokmen Uyanik, axivî û bal kişand ser amadekariyên Newrozê. 

Hulya Alokmen Uyanik, di destpêka axaftina xwe de bal kişand taybetmendiya meha adarê û got: "Di nav vê mehê de hem komkujî pêk hatin û hem jî berxwedanên mezin derketin holê. Yek ji wan Newroz e. Newroz hem ji bo Gelê Kurd û hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn rojeke girîng e. Wek demsal jî dawîbûna zivistanê û destpêka biharê ye. Her wiha yên ku 8'ê Adarê afirandî heta van rojan bi berxwedanê anîn. Îsal me 8'ê Adarê bi dirûşma Em li hemberî qirkirina jinan serî radikin û ber bi azadiyê ve dimeşinpêşwazî kir." 

Felsefeya Jin Jiyan Azadî

Hulya Alokmen Uyanik, di axaftina xwe de bal kişand ser geşedanên siyasî û wiha bi lêv kir: "Jin xwedî li perspektîfa Civaka Demokratîk û Aştiyê ya Birêz Ocalan derketin. Ji xwe Birêz Ocalan ji bo jinên kurd, bi salane li ser berxwedana jinan, nêrîna jinan û çareseriya pirsgirêka jinan nîqaşên berfireh dimeşîne û felsefeya 'Jin jiyan azadî ' afirand. Hemû jinên cîhanê ji vê yekê îlham girt. 

Wê daxwazên xwe bidomînin 

Hulya Alokmen diyar kir ku bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bi salan e jin kampanyayan dimeşînin û wiha got: “Di sala borû de jî kampanyayek hat destpêkirin. Jixwe tespîta ku pêvajo bi vî rengî dimeşe nîşan dide ku mijara 'mafê hêviyê' ya ku di civakê de tê axaftin, niha nêzîk dibe û weke pirsgirêka herî girîng li pêşberî civakê radiweste. Bi salan e bi awayên cuda vê yekê îfade dike. Em hem bi çalakî û bûyerên cuda yên di nava xwe de vî dengî bînin ziman û hem jî di kampanya TJA'yê de daxwazên xwe yên li ser mafê hêviyê û girtiyên nexweş û girtiyên jin bi dengekî bilind biqîrin."

Xwedî li banga Ocalan derkevin

Herî dawî Hulya Alokmen ev bang kir: “Em wek gelê Kurd ne cara yekem e ku em dikevin pêvajoyeke wiha. Dibe ku di nav mirovan de tevlihevî çêbibe, di zelalkirinê de zehmetî hebe, an jî di demek ku şerek taybet avê gemar bike re derbas dibin. Em vê yekê baş dizanin, bi rastî civaka herî siyasî ya li Rojhilata Navîn gelê Kurd e. Ji ber vê yekê em ê bi rast xwendina pêvajoyê û bi zanebûna erkên ku li pêşiya me ne, rêxistinbûnê zêdetir bikin û rê nedin ku pêvajo bi polîtîkayên şerê taybet xira bibe. Ji bo vê yekê, Çapemeniya Azad bişopînin û hûn dikarin derxînin ka kî çi dibêje. Ya herî girîng jî, divê were zanîn ku ev yekane rêya bersivdayina vê pêvajoyê bi rêxistinbûyîn e. Em vê dibêjin û em dizanin ku gelê me di demên herî dijwar de jî çawa qad tije kiriye û hezkirina xwe ya ji bo azadiyê aniye ziman. Di vê Newrozê de em bang li hemû gelê xwe, jin û ciwanan dikin ku zêdetir xwedî li perspektîf û banga birêz Ocalan derkevin.”

JINNEWS/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.