Warê xwe ava kir

Duşem 27 Hezîran 2022 - 22:30

  • Berekat Reşo Brahîm piştî fermanê vegeriya Şengalê û gund û warê xwe bedewtir ji berê kir. Ew bang li xelkê li kampên li Başûrê Kurdistanê dike da ku vegerin warê xwe yan jî quntarên Çiyayê Şengalê ji xwe re ava bikin.

Gelê Şengalê tevî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ev 7 sal in ji bo ji nû ve warê xwe ava bikin, di nava kar û xebatê de ne.

Li Şengalê her maleke ku piştî fermanê vegeriyaye, ne tenê ji bo jiyan û debara malbata xwe kar û xebatê dike. Yek ji wan kesên piştî fermanê vegeriya axa xwe, Berekat Reşo Brahîm e.

Berekat Reşo Brahîm ji Eşîra Miskora ye, ew ji gundê Dohla ye, lê ev 20 sal in ku li gundê Nasiriyê, li warê bav û bapîrên xwe bi cih bûye.

Berekat Reşo wiha qala gundê Nasiriyê dike: “Li gundê Nasiriyê ez bi malbata xwe re bi karê dexl û rezan mijûl dibim, her wiha pezê me jî heye. Gundê me ji sedê salan e ku heye. Di emrê min de carekê xera bû û niha em ava dikin. Gundê me berê 25 mal bûn. Miradê Seydo û bapîrê min Brahîmê Seydo ev gund ava kirine ji bo xwe bîrek bi destan kolane.”

Axa me nebe xwediyê me jî nîne

Berekat Reşo Brahîm dilsozê erd û gundê xwe ye: “Ez gelekî ji warê xwe hez dikim. Tevî ferman bi ser me de hat, ewqas zor û zehmetî me dîtin, ez niha jî naxwazim malbata min li welatên xerîb di halxweşiyê de be. Ji ber ku ez li vir ji dayik bûme malbata min li vir ji dayik bûye, cihê me ji her vir xweştir e. Civak bi ax û warê xwe xwediyê xwe hene, ger axa me nebe xwediyekî me jî nîne.”

Berekat Reşo fermana 74’an jî bi bîr tîne û dibêje, “Berî fermanê, hevalekî min çûbû cem Feqîrê ilimdar û wî feqîrê ilimdar jê re gotibû, ‘karê xwe bikin, dibe di demeke nêz de hûn bar bikin.” Hevalê min ji min re got, min jî ji malbatên me re got, em biçin çiya ji bo xwe bîreke avê çêkin çi dibe çi nabe, wan got, em nayên ji mecbûrî min zarokên xwe girtin û di çiya de min ji bo malê hinek amadekarî kirin. Demek derbas bû, me dît bi rastî jî ferman rabû û min rahişt malbatê û em çûn çiya. Em pênc rojan li çiya man li du wê me berê xwe da Zaxoyê.”

Berekat Reşo Brahîm dawiya heman salê sakla 2014´an vegeriya Şengalê û wiha behsa vegera xwe dike: “Piştî cejna rojiyên Êzî, em vegeriyan yanî bi giştî em çar mehan li Başûrê Kurdistanê man. Me êdî nekarî li wê derê îdare bikin. Ji ber di malê de ez kurek tenê bûm û dayika min jî pê hesiyabû ku li Tilqesebê bira û biraziyên wê ketine destê DAIŞ’ê, wê nedixwest ez jê dûr bibim. Min jî mecbûrî çar meh li Başûrê Kurdistanê qedandin û min malbata xwe anî em vegeriyan tenê hinek ferdên malbatê li Başurê Kurdistanê man.”

Gundê xwe bedew kir

Berekat Reşo Brahîm çawa vedigere, gund ava dike: “Dema em hatin, heta demeke dirêj gerîla ji civaka me re alîkariyeke pirr mezin kir, warê me ji DAIŞ´ê rizgar kir. Wan hêz da me, me jî warê xwe ji nû ve ava kir. Piştî ez hatim, min ji bo xwe mal ava kir, min darên fêkiyan û dexl çand.

Berê jî min dar çandibûn, lê piştî fermanê min bi keda xwe û mala xwe, erdê xwe bibereketir kir. 34 darên zeytûnan ên bêr in, 24 hinar 70 mêw 88 darên hejiran hene, hinek ji wan 20 salî ne û hinek jî ev 3 sal in min çandine. Ji ber ku ez dizanim li vir ez çibikim ji mala min û nasên min re ye, lê li xeribiyê li kampan keda me vala diçe.”

Ji bo Çiyayê Şengalê

Berekat Reşo Brahîm, di dawiyê de bal bire ser giringiya parastina çiyayên xwe û bang Êzîdiyên li kampên Başurê Kurdistanê kir da ku vegerin:

“Divê gelê me bizane, heger gelê me bi xwe çiyayê Şengalê neparêze, gund û bajêrên xwe neparêze, kesek jê re naparêze, her kes li dû berjewendiyên xwe ye. Divê civaka me berfireh bifikire, ne tenê li malbata we, divê li siberoja miletê xwe bifikire. Ez dixwazim gelê me vegere warê xwe, bax û bistanên xwe biçîne, yên warên wan kavilbûyî jî bila werin quntarên çiya ji bo xwe ava bikin.” 

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.