Waq'îyetî gelanî Irano Efsaney M. Makan

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 6 Gulan 2022 - 22:12

  • Jimareyekîş be taybetî layengiranî Cebhey Mîlî le dijberanî cîdî munaqeşe û raderbirîn le ser ew babete bûn. 

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (123)

Wutuwêjî nameyî legel hawrê Baqir Murtezewî Xusrewşahî

Jimareyekîş be taybetî layengiranî Cebhey Mîlî le dijberanî cîdî munaqeşe û raderbirîn le ser ew babete bûn. Ewan û tenanet Şakirî xoşî amade nebûn şan bidene ber xebatêkî be pirênsîpî nezerî û bîrurra gorînewe. Deyangut, herkes basî çemkî gelanî Iran bika, ciyawazîxwaz e û bas û gengeşyan be larêda debird, [cêy amajeye ke maweyekî kurt duway derkewtinî namîlkey "Efsaney Gelanî Iran" Rêkxirawî Rûnakbîranî Kurdistanî Iran le namîlkeyek da be zimanî Farsî be nawî "Waq'îyetî Gelanî Iran û Efsaney M. Makan" wulamî ew namîlkeyey dayewe, çend sal duwatir nemir Xusrew Şakirî be corêk lew helwêstey paşgez buwe û le bergêk lew kitêbaney da ke sebaret be bizûtnewey çînî kirêkar le Iran nûsîwnî, çendîn belge û senedî serdemî Cumhûrî Kurdistanî be wergêranî Farsî bilaw kirduwetewe; şîkirdnewey Hesen Qazî] şitêkî ke hêştaş berdewame û zorbey rêberanî netewayetîyekanî Iran her bew sûç wepaldane ê'dam yan têror kiran. Êwe eger temaşay belgekan û rojname û bilawkirawekanî Konfêdrasyon lew serubendî da biken, debînin ke babetî zordarî neteweyî le Iran le cêda hîç serincî nedrawtê û şitêkî bive buwe. Her ke gutbat dêmokrasî le Iran be bêqubûlkirdnî mafî netewekan helnasûrê, gurc şeqlî ciyawazîxwazîyan le miro deda. Be bawerî min, dêmokrasî tenya be rêgay beraberî mafî hemû şarumendan heldesûrê. Û ew mafî şarumendîye tenê bo Azerbaycanîyekan yan Kurd û Belûç û Turkemen û 'Ereb nîye, belkû bo Farsekanîş debê, bo hemû danîştuwanî Iran, wate bo hemû ew kesaney ke le Iran da dejîn.

Ew babetem bew şêweye hêna gorê ta bilêm ew demî le Konfêdrasyon da tenya rewtêkî ke serincêkî taybetî û cîdî deda bew kêşeye û karî le ser dekird, be şêwey serekî layengiranî Sazmanî Înqîlabî bûn. Webîrm dê, Hesen Cîdarî le kongirey nohemî Konfêdrasyon le şarî Koln (le 12- 20î Befranbarî 1347 / 2- 10î Janvîyey 1969) wek debîrî kulturî Konfêdrasyon helbijêrdirabû ke ser be balî Sazmanî Înqîlabî bû. Ew le seferêk da bo Turkya le likî Estenbûl be Turkî qisey kirdbû ke hemû endamanî likî Estenbûl zoryan pê xoş bibû û hanyan dabû û piştîwanyan lê kirdbû, belam be pêçewaney ew pêşwazîye, le Konfêdrasyon da serkone kirabû û rexney lê gîrabû ke boçî le kobûnewey fêdrasyon le Turkya be Turkî qiset kird, le katêkda zimanî resmî ême Farsî ye.

Kesêk ke çûbête kobûnewekanî Konfêdrasyon le Turkya, dezanê tenanet jimareyekî kem le dostanî Farsî zimanî êmeş lewê ke le encumenekanî ewê da çalak bûn, pêyan baş bû be Turkîyekî têkelaw legel Azerbaycanî û Turkî qise biken ta be zimanî Farsî. Ew numûneyem boye bas kird ta bilêm katêk ke ême meseley neteweyîman le konfêdrasyon da werêxist, zorbeyekî here girîngman lew netewayetîyaney ke le naw xuwêndkaran da hebûn berew lay xoman rakêşa û rêkman xistin. Gur û tînêkî tazeman werê xist. Duwatir duway letbûnekanî Konfêdrasyon, ewe le kongirey 18-î Konfêdrasyon dabû ke ême biryarman da bilawkrawey "Çuwarçra" be zmanî Kurdî (ew nawe le rastîda nawî meydanî ew çuwarrêyaneye le Mehabad ke nemir Qazî Mihemed lewê le sêdare dira) û "Setarxan Bayraxî" (allay settar xan qaremanî neteweyî Azerbaycan) be zimanî  Azerbaycanî  bilaw keynewe. Hêndêk xoşewîstî Kurd bo bilawkirdnewey rojnameke hawkarî êmeyan dekird û le Utrîşewe dehatin bo kobûnewekanî ême le Koln û bedaxewe nawekanyanim webîr naye. Bedaxewe herçendî geram numûneyek lew rojnameye peyda kem, sernekewtim. Tenya lapereyek ke dozrawe her eweye ke kak Hesenî Qazî leber destî nam. Her weha çend numûne le "Setarxan Bayraxî" dostî xoşewîstim  Mêhranî Paybend le arşîwî Bêrlînewe leber destî nam ke herdûkyanim le peywest da bo nardûn.

Ême ke zorbeman le salî 1357 (1979) hawkat legel şoriş çûynewe Iran, hîç fikirman nedekirdewe carêkî dîke le mal û halman derbeder debîn, gişt ew sened û belganey heman bu, legel xoman birdewe Iran û bedaxewe êsta hîç arşîwêkî ewanim le ber dest da nîye. Nazanim çend jimareman le rojnamey "Çuwarçra" çap kird. Rojnamey "Setarxan Bayraxî"ş her wa. Bew ciyawazîyewe ke destey nûseranî Setarxan Bayraxî ragwêzra bo Iran û le Iranîş pêm waye ta salî 1361 (1983) bilaw dekrawe. Dû kes le endamanî destey nûseranman le Iran koçî duwayyan kird, hawrêy berêzim Murteza Mehîn karî zor girîngî le întîşaratî ême da be estowe bû. Yadî be xêr bê.

Dirêjey heye...

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.