Walîtiya Kerkûkê mafê YNK’ê ye
Duşem 27 Adar 2023 - 14:20
Endamê Rêveberiya YNK’ê Avêsta Mihemed diyarkir ku wezîfeya walîtiya Kerkûkê mafê Kurdane, di nav aliyên Kurdî de jî mafê YNK’ê ye û got; “Bêyî biryara YNK’ê kes nikare li ser diyarkirina walîtiya Kerkûkê nîqaşan bike.”
Endamê Rêveberiya YNK’ê Avêsta Mihemed li ser wezîfeya walîtiya Kerkûkê ji medya YNK’ê re axivî. Mihemed diyarkir ku wezîfeya walîtiya Kerkûkê mafê Kurdane û di nav Kurdan de jî mafê YNK’ê ye, bang li hemû hêzan dikin rûnin û pirsgirêkê çareser bikin.
Avêsta Mihemed di dewamê de got; “Bêyî biryara YNK’ê kes nikare li ser diyarkirina walîtiya Kerkûkê nîqaşan bike.”
Hêjayî gotinê ye beriya çend rojan endamê Mekteb Siyasî ya PDK’ê Kemal Kerkûkî ragihandibû ku divê kesayetek nîştimanperwer û Kurd bibe waliyê Kerkûkê ku ne girêdayî YNK’ê û PDK’ê be.
NAVENDA NÛÇEYAN