Vegotineke hunerî ya şoreşê 

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 29 Tebax 2023 - 00:52

FIRAT CÛDÎ

Filmê Rêger Azad Kaya, “Gava Şitil Mezin Dibin” berhemeke hunerî ya li Şoreşa Rojava ye. Film behsa mastfiroşekî li gundekî Kobanê dike. Film li ser rojekê ye û wê rojê keça wî jî pê re ye. Vî filmê heta îro li gelek festîvalên filman ên navneteweyî xelat wergirtine. Herî dawî jî li Swêdê, li Festîvala Fîlman a Vasteras and Nordic a 8´an, aktiorê wê yê sereke xelata aktorê herî serketî yê di beşa sînemaya cîhanê de wergirt.

Derhênerê vî filmî Rêger Azad Kaya ji me re behsa mefhûma huner kir û got, “Çavkaniya huner civak e û ji xwe li civakê vedigere jî. Sînema vegotineke welê tevlîhev e ku ji hatina cem hev a gelek beşên hunerî pêk hatiye. Ji ber wê yekê, ne mumkin e ku hunermendên sînemayê dûrî miletê xwe, civaka ku di navê de ye, ji têkoşîna hebûnê ya miletê xwe, di warê hest û vegotinê de berhemekî xurt hilberîne. Gava ku eşkere ye, li Kurdistanê têkoşîneke hebûnê her kêlî dimeşe, zarokekî li gundê herî çep ê Kurdistanê jî bi hebûna şerî mezin bûye, û nimûneyên vê yên gelekî darî çav hene, mirov rabe vê rastiyê nebîne, ev yek nîşan dide ku mirov ne  muhasebeya wicdanî dike, ne jî derdekî wî yê hunerî heye. Ji ber ku huner siyasî ye, û meydana siyasî jî li navenda jiyana rojane ye. Hunermendeke Kurdistanî, ji Rojhilata Navîn, nabe ku li derveyî vê jiyabe. Şoreşa Rojava jî di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de werçerxek e. Daxwaza gelê Kurdistanê ev cara yekê ye ku li hêleke Kurdistanê bi gewde dibe. Cihgirtina di nava vê dema veguherînê de û ji dinyayê re vegotina wê, berpirsiyariya sereke ya hunermend e.”

 

Zarok siberoja şoreşê ne

Li ser têkiliya şoreş û filmê wî “Gava şitil mezin dibin” jî ew dibêje, “Di filmî de me bi taybetî girêdanek ava kir nava şoreş, şitil û zarokî de. Ez Şoreşa Rojava, weke merheleyên mezinbûna darekî dibînim. Ez têkoşîna demeke dirêj a li vir, weke tuxmekî demeke dirêj li vir di bin axê de rîş berdayî û li bendê ye kat bide, dibînim. Şoreş hîna nû ye di qonaxa şitilbûnê de ye. Di siberoja şoreşê de dînamîka sereke zarok in. Pirr hewce ye ku rêûresma têkoşîna bi salan, keda bi salan bi zarokên roja me ya îro dewam bike. Û bi ya min rêya herî baş a vegotina wê jî ji nava jiyana rojane dibe.  Divê vegotina jiyana rojane hebe. Lewma, heger şoreş di nava jiyana rojane de dikare bê dîtin û hîskirin, dikare hebe. Ji ber wê yekê di filmî de me xwest hîseke welê biafirînin; bi karekteran tevbigerin, bi wan re bisekinin, tişta ew dibînin em jî bibînin, bibin kirdeyê wê rojê. Nizanim me çi qasî ev yek bi ser xist. Em tenê dikarin bi teqdîra temaşevanan vê bibînin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.