Vê carê li Stenbolê konser dan hezaran

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 25 Çile 2023 - 04:02

Ma Musîc ku derketiye tûrneyê piştî konsera xwe ya li Enwerê vê carê jî li Stenbolê bi beşdariya bi hezaran konsereke bicoş pêk anî.  

Ma Music ku navenda wê li Amedê ye û xebatên çandî pêk tîne, piştî Enqerê li Stenbolê jî konsereke bicoş da. Konsera ku li Navenda Çandê ya Bariş Manço ya  li navçeya Avcilarê hat dayîn bi hezaran kes tev li bûn. Hunermendên Ma Musîcê ku bi eleqeyeke zêde ya beşdaran derketin ser dikê, stranên xwe di şexsê Jîna Emînî de diyariyê hemû jinên berxwedêr kirin. 

Hunermendan stranên hunermendên Kurd Erdewan Zaxoyî, Eyaz Yûsif, Merûf, Reşîdê Cindî, Alî Baran, Îsa Berwarî, Şukrî Rêkanî û Radyoya Erîwanê gotin. Beşdarên konserê jî bi çepik û lîlandinê coş dan konserê. 

Ne tenê zarok me malbatan jî bê muzîk nehişt

Di dawiya konserê de ji Ma Musîcê Şêrko Kanîwar axaftineke kurt kir û got: "Em pasiya hemû kesên ku ked dan dikin. Beriya 6 salan me li Amedê soz da gel; çi dibe bila bibe em ê van zarokan bê muzîk nehêlin. Ne tenê zarokan me got ku em ê malbatên zarokan jî bê muzîk nehêlin. Hûn çi qas xwedî derkevin wê ev muzîk û çand ewqas bi pêş bikeve."

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.