Vê carê jî 6 cenaze hiştin
Duşem 18 Îlon 2023 - 10:54
- Hêzên dewleta Tirk a dagirker li Zê di hewldana berfirehkirina dagirkeriyê de li bin guhê berxwedana gerîla ket: Li qada berxwedanê Şehîd Delîl dagirkeran 6 cenazeyên xwe li pey xwe hiştin.
Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bênavber dewam dikin. Di çalakiyên vê dawiyê de jî 13 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li 7 çeperan hate xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker kite bi kite agahî dan:
Şehîd Delîl li Rojavayê Zê (Zapê)
16'ê Îlonê saet di 06:20 û 06:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li 2 çeperên dagirkeran hate xistin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kirin.
16'ê Îlonê saet di 07:00 û 07:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi eçkên giran li 2 çeperên dagirkeran hate xistin.
16'ê Îlonê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ay Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkrean hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kirin.
16'ê Îlonê saet di navbera 21:10 û 23:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji du baskan ve bi çekên giran li helîkopteran hate xistin ku hewl didan hêzên xwe li qadê daynin.
16'ê Îlonê saet di 22:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, dagirkerên ku hewl didan xwe bigihînin ber tunelên şer hatin kontrolkirin. Saet di 23:30'î de bi sabotajê 2 caran li dagirkeran hate xistin. Di van çalakiyên hêzên me yên YJA Starê de, 5 dagirker hatin cezakirin. Piştî vê çalakiyê, dagirkeran hewl da teqemeniyan li tunelên şer bi cih bikin. Bi çekên ferdî û nîv otomatîk li wan hate xistin. Li vir jî 6 dagirkerên din hatin cezakirin. Cenazeyên van dagirkeran di bin kontrola hêzên me de ne.
16'ê Îlonê saet di 10:00´an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Piştî çalakiyê hewldana dagirkeran a ketina çeperan hate rawestandin.
16'ê Îlonê saet di 10:15 û 10:30'î de li dijî dagirkerên ku dixwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bikevin çeperan bi çekên giran çalakî hate kirin, derb li 2 çeperan hate xistin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kirin.
16'ê Îlonê saet di 20:05 û 23:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 4 caran dest li helîkopteran hate werdan.
16'ê Îlonê saet di 20:55'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê di rêbaza sûîqestê li dagirkeran hate xistin ku hewl dida bikevin çeperê û dagirkerek hate cezakirin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kirin.
16'ê Îlonê saet di 21:05'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku hewl dida bikevin çeperê.
16'ê Îlonê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi çekên giran derb li çeperekî dagirkeran hate xistin.
Li herêma Metînayê
16'ê Îlonê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kirin.
17'ê Îlonê saet di 01:00´ê de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werda.
Êrişen artêşa Tirk a dagirker
16'ê Îlonê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 8 caran, li herêma Metînayê Qada Serê Metîna carekê, li herêma Garê qada Yekmalê carekê bi giştî 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
16'ê Îlonê Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û herêma Metînayê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.
Herêmên Zap, Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û Metîna bi topan hatin bombekirin.
BEHDÎNAN