- Pirtûka bi navê “Van Gogh and the Artists He Loved” behsa wan şêwekaran dike yên ku V. Van Gogh heyranê wan bûye.
Pirtûka bi navê “Van Gogh and the Artists He Loved” behsa wan şêwekaran dike yên ku V. Van Gogh heyranê wan bûye. Koleksiyoner Steven Naifeh ev pirtûk nivîsiye û têkiliya Van Gogh bi şêwekarên din re radixe ber çavan. Di pirtûkê de tê dîtin ku Van Gogh ji gelek şêwekaran îlham girtiye û ev şêwekar ji bo hunerê wî bûne bingehekî qewîn û baş.
Van Gogh ji bo ku tabloya xwe ya bi navê “Serhatiya Kursî” çêke, di kovara “The Graphic” de rastî wêneyê hunermendê Ingilîz, Luke Filder yê “The Empty Chair” tê û piştî ku vî wêneyî dibîne, ew jî wêneyê xwe yê kursî diresmîne. Wêneyê Van Gogh yê “Terrace of a Cafe at Night” jî di bin bandora wêneyê Luis Anquetin de maye. Anquetin, wêneyê bi navê “Avenue de Clichy” sala 1887’an çêkiribû. Wî û Van Gogh, li Parîsê hevdu naskiribûn. Piştî naskirina wî û dîtina tabloyên wî, Van Gogh wêneyê xwe çêdike.
Her wiha li gorî agahiyên di pirtûkê de Van Gogh, di bin bandora şêwekar Jacob Maris û Armand Guillaumin de jî maye û ji hunerê wan îlham girtiye. Di pirtûkê de têkiliya Van Gogh ya bi şêwekaran re û bandora şêwekaran ya li ser wî, tê ravekirin. Kitêb ji weşanên Random House derketiye û 448 rûpel e.
NAVENDA NÛÇEYAN